Jina ducanî hat girtin 2017-08-08 13:43:51 MÊRSÎN – Li Mêrsînê jina ku 9 mehin ducanye Remziye Baska ya ku cezayê wê hat êrêkirin hat girtin. Malbat ji rewşa Baska bifikare. Li taxa Demîrtaşa navçeya Toroslara Mêrsînê di 5’ê tebaxê de jina ku 9 mehin ducaniye Remziye Baska hat binçavkirin. Baska bi hinceta “Alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê berê yê girtîgehê lê hat birîn. Piştî biryara girtinê ji Baska re hat xwendinê ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Dayika Baska, Ayşe Înan ji rewşa keça xwe bifikare û got ku keça wê berê 6 meh di girtîgehê de maye û serbest hatiye berdan. Înan behsa roja binçavkirina keça xwe kir û wiha got: “Hevjînê min qeyrana dil derbas kiribû hêj me nû ji nexweşxaneyê anîbû malê. Saet li derdora 14.30 polîsan derdora mala me girt. Polîs hatin li derî dan û ketin hundir. Min got hûn hatine çi gotin ‘em li keça te digerin.’ Piştî mala me sero bin kirin keça min hildan û birin. Em li pey çûn midûriyeta polîsan polîsan got ‘ne li vir e.’ em li her deverê geriyan me nedît. Pişt re em dîsa çûn midûriyeta polîsan. Vê carê em hîn bûn kul i li wir e.” Înan da zanîn ku keça wê ducaniya 9 mehî ye û got: “Dibe ku keça min her kêlî biwelide. Di welidandinê beriya niha de gelek zehmetî kişand. Bi vî halê xwe di girtîgehê de ye û dê gelek tengasiyan bikşîne. Em ji rewşa wê bifikar in. Daxwaziya min ew e ku di dema welidandinê de ji bo keça min tedbîrên tenduristiyê bên sitendin.” Dayik Înan îro çû girtîgehê û bi keça xwe re hevdîtin pêk anî. Înan da zanîn ku rewşa keça wê niha başe lê dîsa jî bifikarin û banga hestiyariyê li rayedaran kir.