Serdozgerê Bûrsa serlêdana 677'an jî red kir 2017-08-08 14:32:19 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 677'emîn serî li Serdozgeriya Komare ya Bûrsayê dan. Serdozgerê Bûrsa cara 677'an serlêdana parêzeran red kir. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 677'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dîsa bi hinceta li gorî Zagona hêjmar 5275'an a Mafê Înfaza Tedbîrên Ewlehiya Ceza serlêdana parêzeran a bi girtiyan re red kir. Parezer heri dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn îmraliyê û 676 caran serlêdan kiribûn. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hinceta muxalefeta hewayê heye, koster xerabe ye û OHAL heye serlêdan hatin redkirin.