4 cenaze piştî 33 rojan hatin definkirin 2017-08-08 14:32:48 QERS – Ji 5 endamên HPG’ê yên ku li herêma Çemçê ya Qersê di bombebarankirinê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê 4 HPG'iyan piştî 33 rojan li heman herêmê hatin definkirin. Li qada Geliyê Hacê ya bi ser herêma Çemçê ya navçeya Kaxizmanê ya Qersê, di 6’ê tîrmehê de di bomberankirinê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Nêzî mehekê ye malbatan hewl dida cenazeyê xwe ji herêmê rabigirin. Lê destûr nedihat dayîn. Malbata 4 HPG’iyan piştî 33 rojan li herêma bomberankirinê cenazeyên zarokên xwe definkirin. Bi hinceta “Li herêmê operasyon didome” 33 roje cenazeyê endamên HPG’ê Omer Ozrek (Botan Êrîş), Mehmet Bîrgul (Sîmko Agirî), Ferît Polat (Taylan Ozgur) û Serhat Boztaş (Dara Hemzê) dihatin rawestandin. Cenazeye her çar HPG’iyan li qada lê hat dîtin definkirin. Bavê Ferît Polat, Haci Polat destnîşan kir ku bi derfetên xwe li ser navê 4 malbatan 10 kes çûn “herêma qedexekirî” û cenazeyên xwe dîtin. Polat da zanîn ku piştî cenazeyên xwe dîtin li heman qadê defin kirin. Polat got ku cenazeyek ji sîngê pê ve tunebûye. Cenazeyê Serhat Boztaş (Dara Hemzê) yê ji Qersê malbata wî berê çûbû herêmê û cenazeyê xwe wergirtibû û defin kiribû.