Welatiyên îşkence dîtin hemû hatin berdan 2017-08-08 16:03:34 COLEMÊRG – Welatiyên ji gundê Şapatana Şemzînanê yên rastî îşkenceyê hatin û hatibûn binçavkirin hemû hatin berdan. Li gundê Şapatan yê Naçveya Şemzînana Colemêrgê ve 2 roj berê leşker û tîmên taybet bi ser gund de girtibûn 36 welatî binçav kiribûn. Ji 36 welatiyan 20 welatî duh hatibûn berdan. 16 welatiyên din jî piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan. Her çiqas welatî hatibin darizandin jî lê nayê zanîn ku darizandin bi çi hincetê pêk hatiye. Li aliyê din Rêxistina Şopandina Mafên Mirova (HRW) û Weqfa Mafên Mirova ya Tirkiyê (TÎHV) li welatiyan û parêzerên wan geriyan têkildarî îşkenceyê agahî sitendin.