Nexweşxane Cizîriyan bêtir nexweş dike 2017-08-08 16:06:24 ŞIRNEX – Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê welatî ji bo dermankirinê bi saetan di dorê de dimînin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîra Şirnexê welatî ji bo dermankirinê bi saetan di dorê de li ser piyan dimînin. Ji beşa lezgîn bigire heta ber deriyên hemû odeyên polîklînîkan nexweş dikevin dorê û ne çareserkirina pirsgirêka dorê balê dikişîne. Li gel ku bi sedan xebatkarên nexweşxaneyê hene jî lê ji bo dorê du personel tene fîşan dibirin. Welatiyên naxwazin di dorê de bimînin bêyî ku fîş bistînin ji nexweşxaneyê vedigerin. HER TIM ‘PERGAL’ XERABE YE Beriya niha jî gelek randevuyên nexweşxan hatin taloqkirin. Li nexweşxaneyê her tim hinceta “Pergala elektronîk naxebite” tê nîşandan û dibes sedema dirêjbûna dora fîş birînê. Li navçeya 120 hezar nifûsê wê heye, ji ber ku welatiyan bi saetên ji ber xemsariya nexweşxaneyê li ser piya dimînin û nikarin fîş bistînin li dijî rewşê bi bertekin.