Li Heskîfê tunekirina dîrokê didome 2017-08-08 16:32:37 ÊLIH – Navçeya Heskîfê ji aliyêkî ve bi çêkirina Bendava Ilisû tê talankirin û ji aliyekî ve jî bi destên saziyên dewlet û fîrmayên taybet di bin navê “Projeya Bihêzkirin û Tijekirinê” ve tê hilweşandin. Li navçeya Heskîfê ya Êlihê ji ber çêkirina Bendava Ilisû yê dîroka bi hezaran salan û çand tê tunekirin. Piştî Tirba Zeynel Bey ji cihê wê hat guhertin li navçeyê xebata cihên 8 abîdeyên dîrokî ku bê guhertin ji aliyê TOKİ’yê ve dewam dike. Saziyên dewlet û fîrmayên taybet niha jî li şikeftan di bin navê parastinê de talankirin pêk tê. Bi salane li ser Heskîfê projeyên tunekirinê tên meşandin û bûye qada rantê. KEVIRÊN DÎROKÎ JI CIHÊN WAN TÊN KIRIN Kevirên dîrokî yên zinar û şikeftên Heskîfê ji aliyê sazî û fîrmayên girêdayî dewletê tên xebitandin ji cihên wan dikin. Welatiyên Heskîfê diyar dikin ku li şûna ku li navçeyê parastina dîrok û çandê û turîzmê bê kirin lê polîtîkaya xerakirinê pêk tê. Heskîfiyan banga xwedî derketina navçeyê li raya giştî kir.