Platforma Rojnamegerên Jin Denîz Firat bibir anî 2017-08-08 17:43:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Denîz Firat a di êrîşên DAIŞ’ê de li wargeha penaberan a Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî Rojnameger Denîz Firat ku di 8'ê Tebaxa 2014’an li wargeha penaberan a Mexmûrê dema nûçeyan li herêma şer nûçe dişopandin di êrîşa DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû. Platform Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi daxuyaniyekê Denîz Firat bibîr anî. Platformê diyar kir ku ew ê têkoşîna Firat bidomînin û wiha got: “faşîzm her ji kîjan alî ve û çawa jî were em ê her li pey rastiyê bimeşin.” Platformê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Denîz piştre hînî xwendin û nivîsandinê bû. Hê di temenekî ciwan de dest bi têkoşîna azadiyê û nûçegihaniyê kir. Ew keçika biçûk a ku bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû, dest bi nivîsandina gotaran kir. Li Mexmûrê mal bi mal geriya, ji bo ku rastiyê bigihîne mirovan rojname belav kir, bi gotarên xwe, bi dîmenên ku girtî û nûçegihaniya şer ji bo çapemaniya azad gelek xebat kirin.” Platformê, bal kişande ser hêla civakî ya Denîz Firat û wiha lê zêde kir: “Firat ku di jiyana xwe ya mişextiyê de tim şahidî li têkoşînên mezin kir, li gel her tiştî jî hêvî û azweriya li azadiyê kire rengê jiyana xwe. Heta henaseya xwe ya dawî, bi kamereya xwe li nav gel bû, bi dîmen, wêneyên ku girtî komkujiyên ku hatine kirin gihande ber raya giştî. Em careke din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê têkoşîna Denîz Firat, dilsozê bîranînên wê bin. Em ê peywira wê ya ku nîvrê hiştî bi hişmendiyeke berpirsyar bi cih bînin. Faşîzm her ji kîjan alî ve û çawa were jî, em ê dev ji şopandina rastiyê neqerin. Em ê bi kamerayên xwe, li eniyên pêş ên têkoşîn, berxwedan û heqîqetê cihê xwe bigirin.”