Rojnameger Roksan Zerdeşt li Raqayê birîndar bû 2017-08-08 18:23:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Ragihandina YPJ'ê Roksan Zerdeşt a hemleya rizgarkirina Raqayê dişopand, birîndar bû. Endama Ragihandina YPJ'ê Roksan Zerdeşt a hemleya rizgarkirina Reqayê dişopand, li taxa Raqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajêr birîndar bû. Zerdeşt, dema pêşveçûna şervanan ji nêz ve dişopand, di şerê di navbera şervanên QSD'ê û DAIŞ'ê de rû da, ji mile xwe birîndar bû. Roksan Zerdeşt a Êzidiye ku gav bi gav şer dişopand û dikişand kamerayê, birîndar bû. Zerteşt hem wek şervanek êzîdî û hem jî wekî nûçegihanekê di hemleyê de cih digirt. Armanca Roksan tolhildana jinên Êzidî bû, li cihên herî xeter li pey şervanan dimeşiya û hewl dida ku vê tolhildana dîrokî kêlî bi kêlî ji raya giştî ya cîhanî re ragihîne. Piştî ku Ruoksan birîndar bû, ji aliyê şervanan ve hat rakirin û li cihekî bi ewle hat bicihkirin. Niha jî rewşa wê başe û dermankirina xwe didomîne.