Li Mêrdînê 17 rêvebirên şaredariyê hatin girtin 2016-12-12 10:52:29 MÊRDÎN - Di çarçoveya operasyona ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye destpêkirin de ji 20 kesên ku di nava wan de Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak jî heye 17 kes piştî derxistin dadgehê hatin girtin. Li Mêrdînê di 21'ê Mijdarê de 20 kesên ku di nava wan de Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak, Serkreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Baran Îlhan, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Ali Amak, xebatkarên şaredariyê Şeyhmus Şîmdî, Sultan Bîngol, cigirê hevşaredarê Artukluyê Îsmet Bîrtek û Mehmet Yildirim hene hatibûn binçavkirin û sewqî dozgeriyê hatibûn kirin. Dozger piştî îfadeyên wan girtin bi daxwaza girtinê ji 20 kesan 19 kes sewqî Dozgeriya Cezayê Sulhê kirin. 19 kesên ku heta saetên derengiya şevê girtina îfadeyên wan domiya, Hevşaredarê Artukluyê Emîn Irmak û Cigirê Hevşaredar Îsmet Bîirtek hatin berdan û 17 kesên din bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Navê kesên hatine girtin wihane: Serkreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Baran Îlhan, cigirê sekreterê giştî Halîl Bahadur û Dogan Angay, cigirê hevşaredarê Artukluyê Mehmet Yildirim, hevserokê DBP'a Artukluyê yê berê Mehmet Şîrîn Gultekîn, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Alî Amak, zabitayê şaredariyê Îbrahîm Aydin, endanê meclîsa şaredariya Nisêbînê Neyaz Yildiz, endamên meclîsa şaredariya Artukluyê Fazîle Yildirim, Îshak Saruhan, Serokê berê yê MEYADER' Mêrdînê Feyat Îldenîz, şêwirmendê hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Enver Ete, Midûrê Daîreya Xizmetên Civakê yê şaredariya Mêrdînê Abdulmelîk Selçuk, Serokê Daîreya Jêderka Mirovan ê Mêrdînê Yunus Ozturk, serokê Daîreya Xizmetên Çandî yê Mêrdînê Seyfettîn Yavuz, Midûrê Daîreya Xizmetên Çandî yê Mêrdînê Mehmet Alî Dal, şefê şantiyeya şaredariya Mêrdînê Şehmuz Şîmdî. 19 kesên bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" ev 20 rojbûn di bin çavan de dihatin girtin. Di çarçoveya heman dosyayê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û 4 parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê jî hatibûn girtin.