Li Geziyê şideta polîsan jî dibe 'kiryar nediyar' 2017-08-09 08:30:29 STENBOL - Walîtiya Stenbolê der barê polîsên ku di bûyerên Geziyê de bi tundî êrîşî çalakvanan kir biryara "destûrnedana lêpirsînê" dabû. Dadgeha Îdarî ya Herêmê biryara Walîtiya Stenbolê xera kir. Lê dozgeriyê jî ji dêvla lêpirsînê biryara "neşopandinê" da û dosyeyê şand "Buroya Sûcên Kiryar Nediyar". Di dema çalakiyên Geziyê de polîsan bi tundî mudaxileyî çalakvanan kiribû û li gel derbkirinê heqaret li wan kiribûn. Aydin Aydogan ku di dema Geziyê de ji lingê xwe birîndar bû, tevî hin hevalên xwe giliyê van polîsên ku bi tundî êrîşî çalakvanan kiribûn kir. Lê di ser serlêdana wan de 4 sal û nîv derbas bûn hê jî encam nehatiye wergirtin. WALÎTIYÊ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ NEDABÛ Ji van polîsên ku di dema Geziyê de êrîşî çalakvanan kiribûn 16 jê hatibûn tespîtkirin û piraniya wan di çarçoveya "operasyonên FETO'yê" de hatin binçavkirin û hin ji wan jî hatin girtin. Lê belê, ji bo bûyerên Geziyê der barê van kesan de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Her wiha der barê 5 polîsên ku di dîmenan de berpirisyariya wan hatibû tespîtkirin û hîn jî li ser kar in, di 14'ê Nîsanê de Walîtiya Setenbolê "destûra lêpirsînê" neda. DADGEHA HERÊMÎ BIRYARA WALÎTIYÊ XERA KIR Li ser vê yekê Aydogan û hevalên wî serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmê dan. Daîreya Doza Yekemîn a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Stenbolê serlêdan nirxand û biryara Walîtiya Stenbolê xera kir. DOSYE ŞANDIN NAV YÊN 'KIRYAR NEDIYAR' Dadgehê biryara "bila lêpirsîn bê destpêkirin" da, lê belê Buroya Lêpirsîna Sûcên Karmendan a Dozgeriya Komarê ya Stenbolê jî got pêdivî bi şopandineke pêvekî tune ye û ji bo piştî demekê dosye bê girtin ew şand "Buroya Sûcên Kiryar Nediyar". DOZGER GUH NEDA BIRYARA DADGEHÊ Aydin Aydogan ku dosye şand dadgehê û 4 sal û nîv e li pêyî edaletê ye, anî ziman ku dozgeriyê guh nedaye biryara dadgehê û tê xwestin ku piştî sê çar mehan şûnde dosye bê girtin. Aydogan wiha axivî: "Pêvajo dirêj dibe. Em ê jî vê yekê bidin AYM û DMME'yê. Lê tim riyên huqûqa hundurîn dirêj dikin û me eware dikin. Ev 4 sal û nîv e me dişînin wir û vir. Herî dawî jî anîn vir. Me jî ji wan xwest ku der barê 'destûra lêpirsînê nehatiye dayîn' nivîsekê bidin me. ME BEDEN Û CANÊN XWE WINDA KIRIN Ji bo welatekî azad em çûn parka Geziyê û çalakiyên wê. Li hemberî vê sepandina faşîst a dewletê me lebatên xwe winda kirin. Me beden û canên xwe winda kirin. Nexwe piştî 4 sal û nîvan cihê edaletê ev der bûye. Ji 16 polîsên ku di vê dosyeyê de navên wan derbas dibin, piranî jê ji ber FETO'yê hatin girtin. Em ji Erdoganê ku ji FETO'yiyan re dibêje 'terorîst' em vî tiştî dibêjin: Nexwe wan rojan me li dijî terorîstan şer kiriye. Waliyê wê terorîst derket, polîsên wê terorîst derketin. Heman derhuqûqî der barê parlementer û hevserokên giştî yên HDP'ê de jî xwe dan der. Der barê kesekî de di rojekê de fezlekeyan amade dikin û wî/ê davêjin hundur. Lê der barê me de ev 4 sal û nîv e, cihê ku em hatin ev der e."