33 siyasetmedar 18 meh in li benda îdianameyê ne 2017-08-09 09:06:13 MÊRDÎN- Li Dêrikê 17 meh berê hevşaredar û xebatkarên şaredariyê jî di nav de 33 siyasetmedar hatin girtin. Hîn jî îdianemaya wan nehatiye amadekirin. Dosyeya lêpirsînê ya dozgeriya navçeyê amade kir jî, du caran bi hinceta "delîlên kêm" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve paşve hat şandin. Li Dêrika Mêrdînê Sibata sala çûyîn, bi îdiayên "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê", "Endamtiya rêxistin" û "Propagandaya rêxistinê" 33 siyasetemdar û xebatkarên şaredariyê hatibûn girtin. Hîn jî îdianameya der barê siyasetmedaran de nehatiye amadekirin. Der barê dosyeya lêpirsînê ya ku hevşaredarên Şaredariya Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Abdulkerîm Erdem jî di nav de hatiye amadekirin "biryara nepeniyê" heye. DOSYE DI NAVBERA DOZGERAN DE DIÇE Û TÊ! Dozgeriya Dêrikê du caran dosyeya lêpirsînê amade kir û ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê re şand, lê belê bi hinceta ku "delîl kêm in" dosye dubare bi paş ve hat şandin. Parêzeran got ku ji ber hurguliyên tawanbariyên siyasetmedaran cih nagirin serdogzerî qebûl nekiriye. CARA 3'YEMÎN JI SERDOZGERIYÊ RE HAT ŞANDIN! Parêzeran, diyar kir ku ji ber "biryara nepeniyê" li ser dosyeyê heye ew nizanin ka dosye di kîjan astê de ye. Parêzeran got ku ji bo dosyeyê ew doza hevdîtinê dikin, lê belê serlêdana wan tim tê redkirin. Parêzeran da zanîn ku nêzî du meh berê dosye dubare ji serdozgeriyê re hatiye şandin, lê belê hîn jî doz nehatiye vekirin. Navê siyasetmedar û xebatkarên şaredariyê yên ku 17 meh in li benda amadekirina îdianameyê ne ev in: Hevşaredarên Şaredariya Dêrikê Sabahat Çetinkaya û Abdulkerim Erdem, Murat Ozuçalişir, Şukran Aksoy, Şukran Ozer, Suphi Soylemez, Sedat Ozbahçeci, Nimetullah Alaş, Mulkiye Şimşek, Murat Ozbahçeci, Ridvan Dip, Metin Caruş, Merve Ayebe, Tuba Dundar, Meliha Kiran, Mehmet İhsan Denk, Mehmet Ejder Tur, Mehmet Ektiren, Mahsum Gunsel, Mahsum Temel, İbrahim Poyraz, Hamdullah Dinler, Hacı Ataklı, Gurbet Ektiren, Fırat Ozdemir, Dogan Ozbahçeci, Aydin Vural,Umit Mamu, Aladdin Ecer, Aladdin Daşçi, Ahmet Yapici, Abidin Dolek û Abdullah Atakli.