Cûdî û Gabar dişewitin! 2017-08-09 09:06:49 ŞIRNEX - Operasyonên leşkerî yên li Şirnexê bi mehane didomin. Di çarçoveya van operasyonan de ji bor topbarana qereqolên li hawirdorê li herêmên Cûdî û Gabarê şewat derketin. Şewata ku derket bi rojane didome. Li Şirnex û navçeyên wê bi beşdarbûyîna bi sedan leşker û cerdevanan operasyonên leşkerî didomin. Bi taybetî jî operasyon li herêma Kato Jîrka, Gabar û Cûdiyê dijwar bûne û ji ber bombebaran û topbaranan şewatên mezin li daristanên herêmê xwe didin der. LI CIHEKÎ DITEFE LI CIHEKÎ DIN DEST PÊ DIKE Yek ji herêmên ku şewat lê derketine û bi tu awayî mudaxileyî wan nayên kirin herêmên çiyayên Cûdî û Gabarê ne. Ev nêzî 4 rojane ku ji ber topbarana qereqolên Gorumlu, Çalişkan û Heblerê ve li herêma Çiyayê Cûdî şewat derketiye û ji ber vê şewatê bi sedan dar bûne xwelî. Li herêmê ewil şewat li Deriyê Cibrail, Sefine, Hesena û Gire Çolyayê derket lê belê piştî demekê bi xwe tefiya. Lê belê niha ji ber topbaranan şewat li qadên Şax û Heblerê jî dest pê kiriye. LI QADÊN ŞEWAT LÊ HENE OPERASYONÊN LEŞKERÎ DEST PÊ DIKIN Şewata ku derketiya li ser riya Cizîr-Silopiyayê bi awayekî aşkere dixuyê û ji ber qadên şewat lê hene qedexe ne, kes nikare mudaxileyî şewatê bike. Her wiha li herêma Girê Çolya ku nêzî herêma şewat lê derketiye, bi beşdarbûyîna gelek leşkeran operasyon hat destpêkirin. QADÊN GIYANEWERAN TUNE DIBIN Her wiha 2 roj berê ji ber topbarana Tabûra Qomando ya Cendirmeyan a Gormeçê li qadên Geliyê Gurdîla, Bîrava, Memûrika û Zivingo yên herêma Çiyayê Gebarê şewat derket. Ev şewat cih bi cih didome û ji ber vê qada jiyanê ya gelek giyaneweran tune bû û gelek dar bûn xwelî.