Pirtûkên Ocalan bi 9 zimanan di Play Store de ne 2017-08-09 11:01:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi rêya bernameya Neteweya Demokratîk, bi 9 zimanan di Google Play Store de dikare bê peydakirin. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê pirtûkên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên bi navê "Parastina Mirovê Azad", "Parastina Gelekî", "Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk", "Sosyolojiya Azadiyê," "Nîşaneya Pîrozmenî û Lanetê, Dîroka Herêma Riha-Dîcle/Firatê", "Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, li Kurdistanê Modelên Çareseriyê/Nexşerê", "Li dijî Modernîteya Kapîtalîst, Konseptên Alternatîf û Lêgerîna Kurdan", "Neteweya Demokratîk" di bernameya Googl Play Store de êdî dikare bên peydakirin. Pirtûk di vê bernameyê de bi zaravayên kurmancî û soranî yên kurdî û bi zimanên tirkî, farsî, erebî, îngilîzî, fransî, elmanî, îtalî û spanî bi PDF dikarin bên xwendin. Ev bernameya ku ji aliyê Ararat Group ve hatiye amadekirin, heta niha zêdeyî hezar kesî daxistiye. Bername li têlefonên mobîl ên bi Adroîd û tabletan dikare bê daxistin. Her wiha hesabên xwe yên facebook, twitter û instigram jî hene.