Cendermeyan li Rihayê welatiyek kuşt 2017-08-09 11:49:24 RIHA – Li ser rêya Riha û Kaniya Xezalan cendermeyan bi îdiaya ajokar guh nedaye banga “raweste” wesayîtek gulebaran kirin. Ajokar Ahmet Toru jiyana xwe ji dest da. Li ser rêya Riha û Kaniya Xezalan êvara 7’ê tebaxê li taxa Korkulu cenderme nokteya lêgerînê danîn. Wesayîta Ahmet Toru ya di rê de derbas dibû bi hinceta guh nedaye banga “raweste” ji aliyê cendermeyan ve hat gulebarankirin. Ajokarê wesayîtê Ahmet Toru yê 25 salî birîndar bû û wesayîtê qeza kir. Toru yê ku ji serê xwe bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan. Toru li gel hemû mudaxeleya tibî jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Toru ji ber qaçaxê leşkeriyê ye ranewestiyaye. Dema Toru rastî êrîşa leşkeran hat li gel wî xwişkek wî ya 8 salî jî birîndar bû. MALBAT DÊ GILÎ BIKE Bûyer saet di 18.00'an de pêk hat û malbat saet di 23.00'an de ji bûyerê agahdar bû. Malbat ji bo wergertina cenaze çû Saziya Tiba Edlî. Malbatê da zanîn ku ji ber OHAL’ê erka bêsînor dane leşker û polîsan û ji ber vê yekê leşkeran kurê wan kuştiye. Malbat dê gilî bikin. Hat zanîn ku Toru xizmê karsaz û xwediyê Kanal Urfa TV’yê ye.