Nûnerên saziyên sivîl û esnafan nobet ziyaret kirin 2017-08-09 12:02:17 WAN – Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter a Wanê dest pê kir, di roja 2'emîn de didome. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl û esnafên Wanê ziyareta rojê ya ewil kirin. Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ku derbasî Wanê bû li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja 2’emîn de didome. Nobetê bi ziyareta nûnerên saziyên civakî yên sivîl û esnafên bajêr dest pê kir. di saetên serê sibê de rêveber û endamên Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeya Rêya Armûşê, TUHAD-DER, MEYA-DER, Komela Rojava yên bi KHK’ê hatin girtin û gelek esnafên bajêr çûn Parkê û piştgirî dan çalakgeran. GEL Û SAZÎ HÊZ DIDIN WAN Kom bi çepikan hat pêşwazîkirin û li bin siya daran bi wekîlan re sohbet kirin. Di ziyaretê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr axivî û got ku ew hêza xwe ji gel digirin û ziyaretê jî hêz daye wan. ESNAF JI BO DESTEKÊ AMADE NE Ji komê esnaf Mahîr Alici got ku ew ê xwarina êvarê ya ji bo nobetê amade bike û ji bo her cûre destekê amade ne û li gel wekîlên xwe ne.