Biryar dan Hevşaredarên Akdenizê binçav bikin 2016-12-12 11:35:18 MÊRSÎN - Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê der barê Hevşaredarê DBP'î yên Akdenizê Fazil Turk û Yuksel Mutlu de biryara binçavkirinê da. Polîsan di serdegirtina navnîşanan de ji ber Mutlu û Turk ne li cihê xwe bûn binçav nekirin. Polîsan li Mêrsînê bi ser mal û avahiyên HDP’ê de girtin û di serdegirtina mal û avahiyan de 51 kes binçav kirin. Di serdegirtina malan de ji ber hevşardarên Şaredariya DBP’î ya Akdenîzê Fazil Turk û Yuksel Mutlu ne li cihê xwe bûn nehatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malên Mutlu û Turk de lêgerîn kirin û diyar kirin ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye. Di serdegirtina malan de ji ber Mutlu û Turk li dervê bajar bûn nehatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de Psîkologa Navenda Jinê ya ÎŞTAR’ê Fahriye Cengiz û Xebatkara Şaredariya Akdenizê Aydin Ozdemir jî dinavde 51 kes binçavkirin.