Di operasyona li dijî HDP’ê de 216 kes hatin binçavkirin 2016-12-12 13:23:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî HDP’ê ji tîrmeha 2015'an heta niha operasyona herî berfireh hat lidarxistin. Di operasyonê îro de 9 hevserokên bajaran jî di navde 216 endam û rêveber hatin binçavkirin. Ji tîrmeha 2015'an heta niha bi giştî 7 hezar û 275 endam û rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî operasyonên îro pêk hat daxuyanî da û diyar kir ku di operasyona îro li dijî endam û rêveberên wan pêk hat de heta niha 216 kes hatin binçavkirin. HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji 22’ê Tîrmeha 2015'an heta niha partiyawan her roj dibe hedef û her roj endam û rêveberên wan tên binçavkirin û girtin. HDP'ê da zanîn ku heta niha di operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP û DBP’ê 7 hezar û 275 kes hatine binçavkirin. Li gorî daneyên Yekîneya Karê Zaninê ya HDP’ê ji 22’ê Tîrmeha 2015’an heta niha di navde hevserok, rêveber, parlamenter û endam jî hene 7 hezar û 275 kes hatine binçavkirin û ji van kesan 2 hezar û 345 hatine girtin. DI DU MEHÊN DAWÎ DE HEZAR Û 275 KES HATIN BINÇAVKIRIN Li gorî dane û girtekên Yekîneya Karên Zanînê ji cotmeha 2016’an heta niha di 2 mehên dawî de hezar û 275 siyasetmedar hatine binçavkirin û ji vana 345 kes hatine girtin. Ji tîrmeha 2015'an heta niha jî 21 hevserokên bajaran ên HDP’ê, 44 hevserokên navçeyan ên HDP’ê, 17 hevserokên Bajaran ên DBP’ê, 42 hevserokên navçeyan ên DBP’ê hatine girtin. Dîsa Hevserokên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di navde 8 parlamenterên HDP’ê 3 endamên MYK’ê yên HDP’ê jî hene. Di vê pevajoyê de 60 hevşaredar hatin girtin û 41 şaredarî jî qeyûm hat tayînkirin. 56 hevşaredar jî ji peyvirê hatin dûrxistin. LI 9 BAJARAN 216 KES HATIN BINÇAVKIRIN Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a "Herî nêz sibê emê tola wê hilînin” serê sibê li dijî endam, rêveber û hevserokên HDP'ê li 9 bajaran operasyon hat lidarxistin. Di operasyonên li Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn, Manîsa, Dîlok û bajarên din bi giştî Hevserokên HDP’ê yên bajaran û navçeyan jî di navde 216 kes hatin binçavkirin. Heta niha kesên hatin binçavkirin gihişt 7 hezar û 491'an.