ÎHD: Piştî OHAL'ê hêjmara girtiyan gihişt 195 hezaran 2016-12-12 14:55:46 STENBOL - Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Nûnertiya ÎHD'a Stenbolê hêjmara girtiyan a 170-180 hezar girtiyan piştî OHAL'ê gihiştiye 195 hezaran. Komîsyona Girtîgehan a Nûnertiya ÎHD'a Stenbolê bi munasebata 10'ê Kanûnê Hefteya Mafê Mirovan ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiya ku pankartên "tecrîd dikuje piştgirî dide jiyandin" û "li hundir û derve piştgirî mafe" hatin vekirin de dovizên " Ji tecrîdê re na, bila girtîgehên tipa F bên girtin", "Bila girtîgehên zarokan bên girtin" û "kesên tacîza zarokan ji ne dîtî ve tên hevparên sûcin" hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de endama Komîsyona Girtîgehan a 'İHD'ê Hatîce Onaran axivî. Onaran, diyar kir ku pergal êrîşî daxwazên herî demokratîk jî deike û wiha got: "Dixwaze hemû aliyên têkoşînê didin meşandin bêdeng bike. Li gorî daxuyaniyên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê bi giştî 372 girtîgeh hene. Li gorî daneyan hêjmara 170-180 hezar girtiyan piştî OHAL'ê 215 hezar kesî. Li gel ku 30 hezar girtiyên edlî hatine berdan jî ji ber girtinan hêjmar gihiştiye 195 hezar an. Li girtîgehan 510 zarokên di tenemê 0-6 yên bidayîkên xwe re li girtîgehê dimînin hene. Hêjmara zarokên di bin 18 saliyê de 2 hezar û 584, jinên girtî 5 hezar û 971 û LGBTÎ jÎ 79 ne." Onaran binpêkinên mafan bi van xalan aşkera kir: * Mafê xwegihandina tendirûstiyê: Li hemû girtîgehan ji ber xwarinên nebaş gelek girtî ji mîda xwe nexweşketine û pirsgirêkan dijîn. * Xwarin û pawijî: Di hucreyên 3 kesî de 6-7 kes dimînin, ji ber xwarina 3 kesan tê dayîn û masa tune ye cihê pawqij ê kul ê xwarin bixwin tuneye . * Sigûn û sewqkirin: Piştî OHAL'ê sigûn û sewqiyat bûne karekî herdemî. Girtiyên siyasî yên bi sirgûn û sewqiyandin di bin girtîgehên din rastî lêgerîna tazî, îşkence tên û kesên li dijî vê derdikevin tên derpkirin. Çalakî bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû.