Di dawetê de 'Cilên herêmî' li xwe kir hat binçavkirin 2017-08-13 14:08:58 AMED - Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan bi ser salona dawletê de girt. Polîsan di serdegirtina dawetê de bi hinceta cilên herêmî li xwe kiriye berbûk Masum Kose binçavkirin. Polîsan şevê din li navçeya Peyasê ya Amedê, li ser îxbarê bi ser salona dawletê de girt. Polîsan di serdegirtina dawetê de bi hinceta cilên herêmî li xwe kiriye berbûk Masum Kose binçavkirin. Pişti kesên di dawetê de bertek nîşan dan, polîsan diyar kirin ku jiber Masum cilên herêmî li xwe kirine ixbar heye û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" binçav kirin. Kose, piştî hat binçavkirin birin Qereqola Polîsan a Peyasê. Li bendê ye ku Kose wesqî dozgeriyê bikin.