2 kes li Cizîrê hatin binçavkirin 2017-08-13 14:45:43 ŞIRNEX – Li Cizîrê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Cizîra Şirnexê di saetên serê sibê de bi tevlibûna Polîsên Hêzên Taybet bi ser gelek malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de alav hatin belav kirin û dest danîn ser gelek alavên elektronîk. Piştî lêgerîna malan, tevî Rewşan Înedî û Azad Açar ku berî du mehan bi biryara KHK’ê ji şaredariyê hatin avetin gelek kes xistin binçavan. Kesên xistin bin çavan birina Midûryeta Polîsan a navçeyê û sedema binçavkirinan nehat zanîn.