Huda Kaya: Werin em bi hevre hemleya aştiyê bidin destpêkirin 2016-12-12 15:40:52 STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê operasyonên li dijî HDP û DBP'ê şermazar kirin û parlamentera HDP'ê ua Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku bi salane HDP di bin zextan de ye û banga "Werin em bi hevre hemleya aştiyê bidin destpêkirin" kir. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê derbarê operasyonên li dijî HDP'ê û DBP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Riyên diçin avahiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin û destûr nehat dayîn ku li ber avahiyê daxuyanî bê dayîn. Li ser vê daxuyanî di avahiyê de hat dayîn. Di odeya ku nivîsa "Em hatin hûn ne li vir bûn" a ku polîsan nivîsiye de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî. Kaya, pirtûkxaneya hatiye tevlîhevkirin nîşanda û da zanîn ku ev dîmen derbasî dîrokê bûye. Kaya, bertek nîşanî operasyonan da û wiha got: "Em bi rêveberiyek ku teslîmî polîtîkayên şer bûye re rû bi rû ne. Bi salane nefretê di hundirê gel de didin avakirin û bêyî ku şerm bikin HDP'iyên ku ji bo xwîn raweste aştiyê diparêzin wekî berpirsyarê xwîna tê rijandin dibînin. Berpirs ewin, yê ku hesabê vê bide dê kesên ku bi polîtîkayên şer aştiyê îxanetkar îlan dikin bi xwe bidin. Berpirsê van mirinan ew bi xwe ne. Yên ku bi mirinan xwe didin jiyandin ger, samîmî bin û aştiyê bixwazin di pozîsyonên ku dikarin di 24 saetan de vê pek bînin de ne. Ez daxwaza hemû gelê xwe diqêrînim. Kesên ku ne HDP'î ne û qetlîaman naxwazin werin em bi hevre li dijî hemleya şer hemleya aştiyê bidin destpêkirin. Kesên ku aştiyê dixwazin wekî xayîn hatine îlankirin. Emê teslîmî şer û şerkeran nebin. Tiştek me bêzar nake û em ê di aştiyê de bi israr bin." Daxuyanî piştî axaftinan bi dawî bû.