Ewil bi ser malê de girtin piştre gulebaran kirin 2016-12-12 16:25:40 DÎLOK - Polîsan li Dîlokê piştî bi ser mala Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Şahinbeye Hebat Gengeç de girtin, 50 deqiqe şûnde 3 kesên bi rûpoş mal dan ber guleyan. Polîsan hemwext bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê yên 9 bajaran de girtin. Li Dîlokê jî li gorî daxuyaniya Walîtiyê 36 kes hatin binçavkirin. Li Dîlokê jî polîsan bi ser mala Hevserokê DBP’a Şahinbeyê Hebat Gengeç de girt. Piştî polisan bi ser malê de girt 50 deqîqe şûnde 3 kesên bi rûpoş mala Gengeç dan ber guleyan. 3 kesên bi rûpoş bi Kelaşnikofan li ser malê gule renaşdin û çûn. Hevserê Hebat Gengeç, Mustafa Gengeç diyar kir ku polîsan serê sibê saet di 04.00’an de bi ser mala wan de girt û wiha got: “Polîsan serê sibê derî şikandin û ketin malê. Raste rast hevsera min pirsîn û xwestin em xwe li erdê dirêj bikin. Her çend me îtîraz kir jî polîsan li malê lêgerîn kir. Piştî polîsan li malê lêgerîn kir got der barê wê de biryara binçavkirinê neye. Polîs piştî ji malê qetiyan 50 deqîqe şûnde dengê çekan hat. Kesên bi rupoş bi ser malê de girtin û gule li ser xanî rexandin. Dema ez rabûm ser piyan keça min got “Bavo serê xwe dîne li ser malê guleyan direşînin. Dema min berê xwe da eywanê min dît ku 2 kesên bi rupoş û kesekî bi şewqe bi çekên Kelaşnikofê gule dibarînin. Hatin li derî xistin lê me derî venekir. Yek derket jor û 2 kes jî li jêr bûn. Dema ew kesana ji malê dûr ketin ez derketim derve min dît ku li şûna wan 11 duvikê guleyan heye. 3 guleyên nehatine teqandin jî li pey xwe hiştibûn. Ez li polisan geriyam û min got gule li ser mala min reşandine. Lê polîs nehatin. Polîsan got ‘Em nikarin ekîban bişînin. Hûn guleyên vala bînin teslîmî me bikin’ Min jî gule teslîmî midûriyeta polîsan kir.”