Li Amedê F-16 ket 2016-12-12 20:01:45 AMED - Li Amedê, balafira şer F-16 a ji 8'emîn Binkeya Jetî ya Amedê rabû, li Mewkiya Palûkê ket. Li herêma ku dengê teqîneke dijwar jê hat, gelek ambulans hatin sewqkirin. Balafira şer F-16 a ji 8'emîn Binkeya Jetî ya 2'yemîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Taqtîkê rabû ket. Balafira şerî, li Mewkiya Yeşîldere ya Palûkê ket. Hat diyarkirin ku, berî bike pîlot ji xwe ji balafirê avêtiye. Hat ragihandin ku, di dema lêgerînê de pîlot hatiye dîtin, rewşa wî baş bûye û ew rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbiyê. Hat destnîşankirin ku, enqaza balafirê jî hatiye dîtin û wê di encama lêkolînan de sedema ketina wê bê eşkerekirin. ÎHA PÊŞÎ GOT 'HATIYE XISTIN' DAWIYÊ NÛÇEYA XWE BI PAŞ VE KIŞAND Lê belê, li gor nûçeya Ajansa Îhlasê (ÎHA), di daxuyaniya çavkaniyên ewlehiyê de wiha aht gotin:"Hat tespîtkirin ku, di 12.12.2016'an de saet li dor 19.32'yan li mewkiya Tavşantepeya Palûkê ya li ser rêya Mêrdînê, li herêma cendirmeyan balafira me yî F-16'an ketiye. Rewşa tenduristî ya pîlotê balafirê baş e û bi paraşutê xwe avêtiye û xelas bûye. Di mulaqatên hatin kirin de, hat beyankirin ku balafir di encama êrîşê de ketiye." Piştî daxuyaniya ji aliyê TSK'yê ve hat kirin, ÎHA vê daxuyaniyê ji nûçeya xwe bi paş ve kişand. TSK: DEMA JI BO DAKEVE BER BI PÎSTÊ VE NÊZ BÛ KETIYE Daxuyaniya ji aliyê TSK'yê ve hat dayîn jî wiha ye:"Balafireke şerî F-16 a aîdî TSK'yê, di 12'ê kanûna 2016'an de saet lid or 19.30'an de, di vegera xwe yî firîna perwerdehiyê de, li Qada Hewayî ya Amedê di mesafeyeke 1,5-2 mîlima de ji ber sedemek hîn nayê zanin ketiye. Pîlot, bêyî birîndar bibe ji bûyerê xelas bûye, rewşa wî ya tenduristî baş e. Ji bo sedema qezayê bê zanîn, lêkolîn hatiye destpêkirin."