Parlamenterên HDP’ê Şaredarê Îzmîrê ziyaret kirin 2017-08-15 13:52:51 ÎZMÎR – Li Îzmîrê beriya destpêkirina Nobeta Wijdan û Edaletê heyeta HDP’ê, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Azîz Kocaoglu ziyaret kir. Nobeta Wijdan û Edaletê qonaxa dawî dê îro li Îzmîrê dest pê bike. Dê nobet li Qada Gundogdu bê lidarxistin. Beriya nobet dest pêbike heyeta HDP’ê ku ji Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim, Parlamenterên HDP’ê yên Îzmîrê Ertugrul Kurkçu û Muslum Dogan pê dihat, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Azîz Kocaoglu ziyaret kirin. Ziyaret li meqama Kocaoglu pêk hat. Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî destnîşan kir ku dê Azîz Kocaoglu ziyareta piştevaniya nobeta HDP’ê bike.