Zarokê di valahiya asansorê de ket jiyana xwe ji dest da 2017-08-17 11:37:46 WAN – Li navçeya Erdîşê zarokê 12 salî Mustafa Aknarci yê ku di valahiya asansora înşatê de ket, jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Erdîşê ya Wanê zarokê 12 salî Mustafa Aknarci yê ku li qata duyemîn a avahiya înşatekê bi hevalên xwe re dileyîst, ji valahiya asansorê de ket û bi giranî birîndar bû. Bûyer duh êvarê pêk hat û piştî bûyerê Aknarci bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Aknarci li gel hemû mudaxeleyên tibî jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Înşata ji aliyê fîrmayekê vê tê çêkirin tu tedbîrên ewlehiyê, nitorvan û tabelayên hişyarkirinê li derûdora avahiyê daneyniye.