Keyayê Gundê Qadiyan ê Geverê mirî hat dîtin 2017-08-17 13:26:33 COLEMÊRG – Keyayê Gundê Qadiyan ê navçeya Geverê Nurettin Altun mirî hat dîtin. Keyayê GunDê Qadiyan ê Navçeya Geverê Nurettin Altun (37) ku 3 rojin agahî jê nayê girtin, di saetên serê sibê de li çoltara gund mirî hat ditin. Altun ê cenazeyê wî ji aliyê malbatê ve hat dîtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Piştî lêpirsîna dozgeriyê cenaze ji bo rapora otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.