Parlamenter Aslan li dijî dînamîtkirina Heskîfê xwe zincîr kir 2017-08-17 13:42:48 ÊLIH - Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li dijî dînamîtkirina Heskîfê xwe bi zinarê dîrokî ve bi zincîran girêda û nerazîbûna xwe li dijî hilweşandina Heskîfê anî ziman. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li dijî dînamîtkirina dîroka Heskîfê çû Heskîfê û lêkolîn kir. Aslan bi boneya şermezarkirina dînatmîtkirina Heskîfê destê xwe mîna kelepçekirinê girêda û xwe bi zinarê dîrokî ve zincîr kir. Aslan li gel kele kela germê xwe zincîr kir û dest bi çalakiyê kir. Aslan têkildarî çalakiya xwe daxuyanî da. ‘DI DILÊ ME DE TIDEQE’ Aslan diyar kir ku wan ne dixwest ku ew bi wesîla bomberankirina Heskîfê li wir bûna û got: “Lê mixabin ew rayedarên ku hişmendiya wan a dîrok û çandê tune ye û ji aliyê rayedaran ve dînamîtkirina Heskîfê û dîrokê ji holê rakirin wek xencerekê li ser dilê me ketiye. Her teqînek dînamtkirinê ewil di dil, mêjî û hafızaya me de diteqe.” ‘FERQA HESKÎF Û PALMÎRA TUNE YE’ Aslan destnîşan kir ku li cîhanê têkildarî bermahiyên dîrokî krîter hene û wiha domand: “Li tu muze û şûnwarên dîrokî bêyî ku destûra kişandina wêneyan bê dayîn, lê mixabin dîrokek mîna Heskîfê dînamîtkirin û ev bûyer ne li gorî tu aqilî ye. Lê meqamên fermî her tiştê li ber çavan berovjî dikin û agahiyên şaş didin. Dibêjin ku ‘teqemenî nayên teqandin.’ Lê gelo ev dîmenên bi rojane li ser medya civakî tên parvekirin yên zarokên ku balonan diteqînin. Tu ferqa dînamîtkirina Heskîfê û bomberankirina DAIŞ’ê ya li Palmîrayê ji hev nîne.” Aslan got ku ew ne bi nasnmeya partiya xwe û parlamenteriya xwe li vir vê çalakiyê li dar dixe û ew wek parêzvanek û dildarek Heskîfê vê çalakiyê li dar dixe. Çalakiya Aslan didome.