'Nobeta Edaletê' di hefteya 20'emîn de ye 2017-08-17 14:50:13 STENBOL - Hiqûqnasan ji bo hempîşeyên xwe yên girtî çalakiya "Nobeta Edaletê" dabûn destpêkirin, di hefteya 20'emîn de berdewam kir. Parêzer Duygun Yarsuvat diyar kir ku ji bo darêzeke serbixwe ew dê têkoşînê dewam bikin. Parêzer her roja pêncşemê li ber Edliyeya Stenbolê "Nobeta Edaletê" pêk tînin, vê hefteyê li ber avahiyê ji bo hempîşeyên xwe çalakî pêk anîn. Gelek parêzeran pankarta "Ji bo her kesê edalet" vekirin, wêneyê Parêzer Akin Atalay ê di Rojnameya Cumhuriyetê de dixebite hat vekirin. Di çalakiyê de karîkatûrîst Mus Kart, rojnameger Bulent Tutku û malbata Akin Atalay jî cih giritn. Parêzeran destpêkê di Qesra Edaletê ya Stenbolê de saetekê çalakî pêk anî, piştre li ber edliyeyê daxuyanî dan. Li ser navê parêzeran Duygun Yarsuvat daxuyanî xwend û aşkera kir ku dewlet ji bo serweriya xwe ya li ser gel qayîm bikin, darazê di destê xwe de digirin. Yarsuvat aşkera kir ku li Tirkiyeyê daraz her dem wekî hêzeke hember bi kar tînin, parastina herî mezin a demokrasiyê di serbixwebûna darazê re derbas dibe. Yarsuvat da zanîn ku li Tirkiyeyê û li welatên din, daraz wekî çeka di destê de tê girtin, ev jî nahêle dadgerî serbixwe bibe û wiha got: "Kesekî/ê ne serbixwe be, biryareke edilane nade." Yarsuvat herî dawî destnîşan kir ku dewlet ji bo serweriya xwe her dem darazê di destê xwe de digire û piştrast kir ku ew dê hesab ji kesên ku darazê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne bipirsin.