Parêzerên Ocalan cara 680’emîn serî li dozgeriyê dan 2017-08-17 14:53:13 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 680’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji parêzerên Rêberê PKK Abbullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Serbay Koklu bi boneya sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 680’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve ev bû 680’emîn car serlêdanê dikin. Serlêdana parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê tîrmeha 2011’an bi hîncetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keçtî di tamîrê de y” û “OHAL” tê astengkirin.