Hevşaredara Liceyê Zugurli hat girtin 2017-08-17 17:52:04 AMED - Hevşaredara Liceyê Rezan Zugurli ku ji peywirê hatibû dûrxistin, bi hinceta ku cezayekî wê yê berê heye hat girtin. Hevşaredara Şaredariya Liceyê Rezan Zugurli, bi hinceta ku cezayekî wê yê berê heye û hatiye teqezkirin hat girtin. Dema Zugurli tevî dayika xwe li Kolana Lîseyê ya semta Çamlica ya Amedê derbas dibû, polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya wê birî û xwestin wê binçav bikin. Dayika wê keça xwe hembêz kir û nehişt polîs wê bibin. Piştî kêliyekê polîsan Zugurli û dayika wê derb kirin û Zugurliyê bi pêyî xwe kişandin û xistin wesayîta zirxî. Dema Zugurli li wesayîta zirxî hat siwarkirin dayika wê jî ket erdê û birîndar bû. Welatiyekî jî li hemberî vê nêzîkatiya polîsan bertek nîşan da û ji ber vê yekê polîsan wî jî li wesayîta zirxî siwar kir. Polîsan Zugurliyê bir Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û hat zanîn ku zaroka wê ya 2 salî jî birine cem wê. Di sala 2012'an de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê der barê Zugurliyê de doz hatibû vekirin û ji ber vê dozê 13 mehan girtî mabû. Lê belê dadgehê 4 sal û 2 meh ceza li Zugurliyê birîbû. Piştî teqezbûna ceza Zugurliyê hat girtin.