Kurd, xwedî li masiyên ermeniyan derdikevin 2016-12-13 09:10:54 ÇEWLÎG - Ji ermeniyên ji bo di 1915'an de rastî komkujiyê neyên ji neçarî koç kirin, tenê masî mane. Bajaroka Sancakê ya Çewlîgê, heta 1915'an yek ji wan wargehên ermeniyan bû. Ermeniyên bajaroka Sancakê ji bo rastî komkujiya 1915'an neyên, ji neçarî koçî Ewropayê kirin. Li Sancaka 22 xane ermenî lê dijyan, niha kurd dijîn. Ji 1915'an ji ermeniyan tenê Kaniya Ermeniyan û masiyên di hudnurê wê de mane. Kurdên li Sancakê, kaniya aîdî ermeniyan ji bo xwe wek nirxekê esas digirin û ji bo masiyên di hundurê de nemirin û tune nebin, êm didin wan. Niştecihên bajarokê tînin ziman ku, ji 1915'an heta niha ava kaniyê ne miçiqî ye û dibêjin masiyên di hundurê wê de jî, bêyî tune bibin her diçe zêde dibin. Niştecihên bajarokê, hewl didin hemû nirxên aîdî ermeniyan jîndar bikin û heta dibêjin, têkiliya wan hîn jî bi hin malbatan re heye.