Dersimî dijberî şewata daristanan yekîneyan ava dikin 2017-08-18 09:07:50 DERSIM - Di şewata li Dersim û 5 navçeyên wê ku ji ber top û hewanên leşkeran derketibû û 15 rojan domandibû de qadeke daristaniyî ya 550 hektarî bû xwelî. Kesên di tefandina şewatê de ked dan, biryardan ku ji bo parastina xwezaya Dersimê yekineyên şewatê yên sivîl çêbikin. Ji ber top û hewanên leşkeran û êrîşên hewayî li navenda Dersim û navçeyên wê Pulur, Qisle, Pulumuriye, Xozat û Mazgîrdê li qadên daristanî şewat derketibûn û ev şewat 15 rojan domandibûn û ji aliyê welatiyan û baranê ve hatibûn tefandin. Ji ber ku bi hinceta "ewlehiyê" destûra mudaxilekirina şewatan nedihat dayîn, şewat belav bûbûn. Piştî tefandina şewatan heyeteke 25 kesan ku ji partiyên siyasî, rêxistinên hawirdorê û komeleyên elewiyan pêk dihat hat cihê şewatê û lêkolîn kirin. Walîtiya Dersimê destûr neda ku çapemenî lêkolînê bişopîne. Dê heyet der barê şewatê de raporekê amade bike. Kesên di heyetê de cih girtin der barê herêmên hatine şewitandin de çavdêriyên xwe vegotin. ‘TENÊ LI 3 HERÊMAN 550 HEKTAR BÛ XWELÎ' Aktivîsta xwezayê Pinar Yigitogullari ku ji Stenbolê hat Dersimê, anî ziman ku wan li hin herêmên şewitîne lêkolîn kirine û li gor tespîta wan qadeke 550 hektarî şewitiye. Yigitogullari, got ku wan bi gundî û şahidan re hevdîtin çêkiriye û li gor wan şewat ji ber pevçûnan derneketiye. Yigitogullari wiha domand: "Daxuyaniyên walîtiyê ne rast in. Bi helîkopteran qadên daristanî hatine gulebarankirin û di gulebaraneke yekalî de şewat derketiye." ‘EM Ê EKÎBEKE ŞEWATÊ YA SIVÎL A PROFESYONEL ÇÊBIKIN' Aktivîstê xwezayê Haydar Çetînkaya jî, dest nîşan kir ku di wext de mudaxileyî şewatan nehatiye kirin û wiha axivî: "Her sal bi bombe û madeyên sotemeniyê li herêmê daristan tên şewitandin. Em welatî kom bûn û li hin deveran me şewat asteng kir. Lê li hin cihan jî leşkeran em asteng kirin. Em ê ji niha û pê ve li hemberî şewatên daristanan bi feraseteke seferberiyî tevbigerin. Em ê li ser civaka medyayî kampanyayê bidin destpêkirin û li hemberî şewatan em ê ekîbeke profesyonel çêbikin. Ji bo careke din li hemberî şewatan amadekariyên me hebin, em ê perwerdehiya mudaxileya ewil û tefandina agir wergirin. Em ê bi awayekî profesyonel mudaxileyî şewatan bikin." ‘BERXWEDÊRIYA XWEZAYA ME ŞEWAT TEFAND' Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu jî balê kişand ser daxuyaniyên walîtiyê û wiha got: "Ewil hat gotin ku tiştekî wisa tune ye, tê pirolekirin. Bi vî awayî hat xwestin ku raya giştî hay jê çênebe û ser wê bê nixumandin. Lê belê li ser hewldanên gelê vir, walîtiyê vê carê bereksê wê got û diyar kir ku mudaxileyî şewatan hatiye kirin." Onlu, balê kişand ser daxuyaniyên walîtiyên yên der barê kontrolkirina şewatê de û wiha got: "Destek vê şewatê derdixe, lê gelek destên ku vê şewatê ditefînin hene. Berxwedêriya xwezaya me, inyada darberûya me, pîrozweriya ava me ya Mûnzûrê şewat tefandin. Li hin deveran leqayî ava Mûnzûrê bû. Li hin deveran leqayî zinarên çiyayan. Li hin deveran jî bi tirmixên gelê me hatiye tefandin." Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî ku hat Dersimê got ku li hemberî dîmena ku ew rastî wê hatine heyirîne. Kaya, anî ziman ku bi van şewatan hatiye xwestin ku tecawizî pîrozwerî û parêziya Dersimê bê kirin û hurmet, rêzgirî û mahremiyeta mirovan, giyaneweran û xwezayê hatiye qetilkirin. Kaya got ku dem bi dem pergal tekerur dike û wiha got: "Ev xwezaya ku heyranê wê me îro bi zanebûnî tê qetilkirin. Ev yek tenê di salên 90'î de çênebû. Ev pergala destbixwîn dem bi dem vê yekê tekerur dike. Berê dema kurd dihatin qetilkirin gelên din temaşe dikirin, dema elewî dihatin qetilkirin mezhebên din temaşe dikirin, dema ermen dihatin qetilkirin baweriyên din temaşe dikirin, lê îro em bi rasteiyeke cuda re rû bi rû ne. Pergala îroyî baş hay ji vê yekê heye, îro em misilman, sunnî, elewî, xirîstiyan ji bo şikandina destên vê zilmê piştevaniya hevdu dikin. Dê nikaribin canên me qetil bikin. Em ê xwedî li xwezaya xwe, xwedî li gelê xwe derkevin. Lê belê dê wek salên 90'î û berê nikaribin tu gelî bi tenê bihêlin. Dê nikaribin elewiyan jî bi tenê bihêlin. Em bi hev re xwedî li vê xakê derkevin."