Baytar ê 11 sal e li dijî talana Heskîfê têkoşînê: Me tenê nehêlin 2017-08-18 10:25:17 ÊLIH - Mehmet Şîrîn Baytar 11 sal e ji bo Heskîfê têkoşînê dide. Baytar aşkera kir ku ji bo çêkirina bendavê rawestînin, ji Enqeryê heta Ewropayê deriyê ku lê nexistine nehiştine û bal kişand ser rûxandina Heskîfê ya bi dînamîtan, aşkera kir ku kelehên dîrokî tên rûxandin û banga piştgiriyê kir. Bendava Ilisuyê ya li ser şûnwarê dîrokî Heskîfê tê avakirin, Heskîfa ku dîroka wê heta 12 hezar salî diçe di binê avê de dihêle. Bendavê di sala 2006'an de dest pê kir, Mehmet Şîrîn Baytar wê demê Serokê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a Heskîfê bû. Baytar di wê salê de heta niha 11 sal e li dijî talankirina Heskîfê têkoşînê dide. Baytar têkoşîna xwe bi parazvanê mafê mirovan dewam dike, dibêje ku "Jiyana me di binê avê de tê hiştin" û piştrast kir ku ji bo Heskîf di binê avê de nemîne, wan ji Enqereyê heta Ewropayê tu derî nemaye lê daye û ji bo Heskîfê piştgirî xwestine. ‘HATEYA TÛRÎZMÊ JI YA CERYANÊ ZÊDETIR E’ Baytar destnîşan kir ku ji AKP'ê heta DYP'ê, ji CHP'ê heta MHP'ê wan ji bo Heskîf di binê avê de nemîne piştgirî xwestiye, lê hemû daxwazên wan bê bersiv hatiye hiştin, lê ew wekî DEHAP'ê wê demê bi tena serê xwe mane û têkoşîna xwe bi serê xwe meşandine. Baytar da zanîn ku hateya tûrîzmê ji ya ceryanê gelekî zêdetir e û wiha pê de çû: "Bifikirin bi hezaran mirovan ji bo bi şev di şikeftan de bimînin, kirê didan. Bajarekê dîrokî yê ji bo dewletê hateyê bîne, tu bendav nîvê ku wê hateyê bîne." Baytar piştrast kir ku bi salan e ew ji bo Heskîfê dengên xwe derdixin, lê dewletê bi tu awayî naxwaze dengê wan bibihîse û wiha got: "Sed mixabin Heskîf di binê avê de dimîne. Li Heskîfê kelehên dîrokî bi dînamîtan dirûxînin. Keleha Derpxaneyê dîroka gelan a 12 hezar salan temsîl dike. Di tevahiya vê dîrokê de nirxên gelan temsîl dike." Baytar got ku "Mirovahiyê di van şikeftan de jiyana xwe derbas kir" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke dewleteke din bûya, dê her kes rabûya ser piyan." Baytar anî ziman ku ew cihên ku hatine teqandin, di binê wê de Heskîfeke veşarî heye û ev bajarê veşarî tê tunekirin û ev tişt got: "Me hemû jiyana xwe li Heskîfê derbas kir. Lê gel li dijî vê rewşê bêdeng e. Çi dibe bila bibe, lê ev bi vîna gel pêk nayê." Baytar herî dawî diyar kir ku gelê Heskîfê tenê hatiye hiştin, bang li gelê Tirkiyeyê kir ku li dijî talankirinê Heskîfê wan tenê nehêlin.