Qesra Elo Dîno dibin avê de dimîn e 2017-08-18 10:26:56 ŞIRNEX – Elo û hevalên xwe ku li Botanê li dijî Osmanî û Mîr berxwedan birêxistin kirin û qesra Elo Dîno ava kirin, dê dibin ava bendavê de bimîn e. Qesra ku tê zanîn di sedsala 16’emîn de hat avakirin, li gel hin aliyên wê rûxiyane jî, hebûna xwe heye roja îro parastiye. Qesra Elo Dîna ku tê payîn di sedsala 16’emîn de nêzî gundê Bafê yê navçeya Hezexa Şirnexê hat avakirin, piştî projeya HES û Bendava Cizîrê bi dawî bibe, dê binê avê de bimîn e. Midûrê Giştî yê Karê Avê yê Wezareta Karê Av û Daristanê (DSÎ) di Qasima sala 2016’an proje îmze kir û tê plankirin ku heya 2 salan bi dawî bibe. Piştî proje bi dawî bû, dê geliyê Dîcle yê dinavbera Cizîr, Hezex û Basa de dibin bedavê de bimîne. QESR HÎNA ÎHTÎŞAMA XWE DIPARÊZE Qesra Elo Dîna ya li ser zinarekê hatî avakirin, dê bigelek cihên dîrokî re dibin avê de bimîn e. Li gel tenê diwarên Qesra Elo Dîno mayî jî, hîna Îhtîşama xwe diparêze. Qesra ku serê wê vekiriye, tê fikirîn ku berê bi qubeyan hatiye girtim. Qesir bi kevirên şehkirî, xerça kirêc û kalker hatiye avakirin. Deriyê Qesrê ku berê xwe dide rojhilat hîna heyê. Yek derî û du pençereyên li çem mêze dikin hene. DI KLAMÊN DENGBÊJIYAN DE CIH DÎT Elo/Alî yê li dijî bêedaletiya mîrê Botan û Osmaniyan serî rakir, xwedî berxwedanek taybet bû. Efsaneya qesrê hîna dinava gel de mijara gotinê ye. Çîroka Elo Dîno yê ji aliyê gelek kesên herêmê ve mîna “Robîn Hood” tê pênasekirin, di diwanên dengbêjiyê de gelek klam li ser hatin gotin. LI DIJÎ OSMANIYAN Û MÎR MUHAMMED ÎSYAN Li gel xelaya di wê serdemê de heyî Osmahiyan û Mîr Muhammed bi zorê ji gel bacê dixwestin. Elo Dîno li dijî vê bi ciwanên gundê Bafê re berxwedanê birêxistin dike û di demek kin de nav û dengê wî li herêmê belav bû. Elo Dîno û hevalên xwe nêzî gundê Bafê yê Çemê Dîcle li kêlekê re derbas dibe, Qesrê ava dikin û li ser herêmê serwer dibin. Elo Dîna yê serweriya xwe li ser çemê Dîcle ku ji Amedê heya Musil û Bexdayê dirêj dibe avakirî, ji tucarên derbas dibe baceyan kom dike û ciwanên gundên herêmê jî bibandor dike. Gel ji ber mêrxasî û şervantiya xwe ya li dijî Osmaniyan û Mîr îsyan rakirî, leqebê ‘Dîno’ lê dikin. KOMPLO AVAKIRIN Elo Dîno radigihîne ku dê baçeyên axa xwe, dinava xwe de parvebikin. Osmanî jî vê aciz dibin û çend çaran zilamên Mîr Muhemmed dişenîn ser Elo Dîno, lê Elo Dîno û hevalên xwe zilamên Mîr bindixwin. Li ser vê Mîr komplo li Elo Dîno dike. Kelek ber bi êvarî ve bi lêxistina daholan û gerandina gundê nêzî qesra Elo Dîno dibe. Elo Dîno dipirse ev daweta kê ye, kêsên di kelekê de dibêjin, Mîr gotiye ew êdî têkilî te nabe û ji bo aştiyê hinek diyarî şandin. Elo Dîno li gorî di çanda Botan de diyarî paşve nayên şandin nêz dibe, mêvanan vedixwîne qesra xwe. Bi hevre şevek dirêj derbas dikin û piştî xewa giran Elo Dîno serê sibê dema çavên xwe vedike xwe li keleha Mîr dibîne. Elo Dîno yê ku hevalên wî îxanet lê kirin, di girtîgeha Mem de gelek îşkence lê tê kirin. BERSIVA DA MÎR Elo Dîno li dijî hemû îşkenceyan li ber xwe dide. Mîrê tê Elo dibîne jê re dibêje “Tu rewşa xwe nabînî, ma hewce bû? Ji vê rewşê, rewşeke din a xirabtir heye?” Elo jî ji Mîr e dibêje “Rojekê ji malê dûr mêvanekê xuda tê. Pir birçeye û tenê ji te tasek şîr dixwaze. Ji ber ku şîr li malê tuneye, tu û hevjîna xwe wisan belengaz li hev dinerin û mêvanê xudê bi wî zikê birçî dest bi rêya xwe dike, yanî berê xwe dide mirinê. Ev rewş ji hemû rewşan xirabtire.” Mîrê ku ji gotinên Elo Dîno bandor dibe, wî efo dike, lê ji ber lêdana zêde Elo Dîno li wir jiyana xwe ji dest dide. ZÊMARA KEÇA ELO DÎNO Tê zanîn ku klama ku li ser Elo Dîno hatî gotin, keça wî Seyran gotiye. Gotinên zêmarên keça Elo Dîno wiha ne: “ Weylê.., Kelha Bafê li belevanê/Kelha Bafê ya rengînyadê li belevanê,/Van ticar û kelekvanaji/Diyarbekirê,/Kelekêxweberdanê,/Wellah, qefavankelehkan li ber,/Qesrabavê mi Seyranê,/Yadê, tu wêxêrêbikê,/Xêrêbi çavê xwe nebînê,/Çawe te nehêla ez bibavêxwe re, Têr bigerim ser hasilan û demanê,/Yadê, weyla li min rebenê,/Li min êsîrê,/Xudê xirab bikê mala,/Qaymeqamê Mûsil û zapitê,/Mihemed Begê Cizîrê,/Çawa xeniqandin bavê min rebenê/Xwe yêşebekan û zincîrê." Ev zêmar, piştî dengbêjan, koma Kardeş Turkulerî û Koma Xerzan dibêjin.