Kurê min întihar nekir; kurê min kuştin 2016-12-13 09:12:21 EDENE - Serokê Komeleya Mirinên Biguman û Mexdûran Oktay Can ê kurê xwe li leşkeriyê bi awayekî gumanbariyî windakirin û ji bo vê têkoşîna wî ya huqûqî didome wiha got:"Kurê min întihar nekir, kurê min kuştin." Di bin banê TSK'ê di 20 salên dawî de, 2 hezar û 200 leşkerên leşkerî dikirin bi hinceta "întihar" an jî "bera xwe daye", bi awayekî gumaniyî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van leşkeran jî, Mûrat Oktay Can e, ku di 2009'an de dema li Xozata Dersimê li Qereqola Cendirmeyan a Saritaşê li qulûbeya nobetê nobet digirt bi awayekî mirî hat dîtin. Bavê Can, Oktay Can di heman demê de Serokê Komeleya Mirinên Biguman û Mexdûran e û di vî warî de têkoşîna wî ya huqûqî didome. 'NE ÎNTIHAR CIBAYET E' Can ê ku got, "Ev mirin cinayet in" ragihand ku, di 2009'an de kurê wî li qulûbeya nobetê bi awayekî mirî hatiye dîtin û ji wan re "Kurê we dema nobet digirt întihar kir" hatiye gotin. Can anî ziman ku, der barê berpirsiyaran de, biryara devjêberdana şopanê hatiye dayîn û bi vî awayî xwestine ser bûyerê binixumînin û got, wan di 2010'an de dosye şandiye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û der barê dosyeyê de ji Tirkiyeyê parastin hatiye xwestin. Can wiha axivî:"Kurê min di çaxê xwe yî gonceyî de bû. Mirovekî ku xesar nedida mirûstanekê, çawa dibe ku qesda canê xwe bike? Zarokekî têr paqij bû. Miriyê malbata xwe bû, ji jiyînê hez dikir. Mirina kurê min ne întihar e; cinayet e." 'KURÊ MIN KUŞTIN' Can diyar kir ku, her çiqas rayedarên leşkerî ji wan re gotibin, "kurê we dema nobet digirt, bi çeka xwe bera xwe daye, întihar kiriye" jî, lê rapora otopsiyê întiharê nîşan nade. Can wiha got:"Di rapora otopsiyê ya kurê min de; li qirika wî û ser çavên wî gele şopên derbê hebûn û di bin çavên wî de şikestin hebûn. Her wiha, xwestine hestiyê şikandî bi emeliyata estetîk bigirin. Kurê min întihar nekir; kurê min kuştin." Can diyar kir ku, li Tirkiyeyê 2 hezar û 200 leşkerên bi awayekî gumaniyî jiyana xwe ji dest dane, dozger û fermandarên lêpirsîna 40'î ji wan dimeşandin, di çarçoevya lêpirsîna FETO/PDY'ê de hatine girtin. Can got, Serokê Otopsiya Tiba Edlî ya Xarpêtê Mehmet Tokdemîr ê otopsiya kurê wî tesdîq kiriye û Dadwer Leşkerî yê Serfermandariyê yê berê Yarbay Alî Mujdat ê biryara devjêverdana şopanê daye jî, di çarçoveya lêpirsîna FET/PDY'ê de hatine girtin. Can, Can dest nîşan kir ku, divê demildest têkildarî mirina biguman a leşkeran li Meclîsê komîsyoneke lêpirsînê bê vekirin û fermandar û leşkerên derûniya wan nebaş bên îxrackirin. Can diyar kir ku, ji bo hin malbatên din jî neyên mexdûrkirin heta edalet cihê xwe bibîne ew ê têkoşîna xwe yî huqûqî bidomînin.