Jinên reqayî:Rojên tarî qediyan 2016-12-13 09:12:39 REQA- Jinên ji gundên Reqayê hatin rizgarkirin û tehliyeyî qadên ewle hatin kirin gotin, ew ji nû ve bêhnê werdigirin, rojên tarî qediyane. Ji bo rizgarkirina Reqayê, 3 roj berê duyemîn merhaleya operasyona "Xezeba Firatê" hat destpêkirin. Bi vê operasyonê re gelek gund, mezrik û noqteyên stratejîk ji destên DAIŞ'ê hatin derxistin û her wiha jinên ji esaretê hatin rizgarkirin jî, derbasî qadên ewle dibin. Jinên bi salan di bin esareta DAIŞ'ê de bûn, bi zarokên xwe yî li pişta xwe ew girêdane derbasî qadên azad dibin û anî ziman ku, ew ji nû ve bêhnê werdigirin, rojên tarî qediyane. 'XWEDÊ TEALA BI WAN RE BE' Dayika zarokan Eliya Mihemed diyar kir ku, ew 2 sal e di bin esareta DAIŞ'ê de ne û ji ber ew ji zilma DAIŞ'ê rizgar bûne û spasiya yên ew rizgarkirine kir. Mihemed anî ziman ku, hem ew û hem jî malbata wan derbasî qadên ewle bûne û wiha got:"Em bi hev re derbasî qadên azad dibin. Ji bo yên me rizgarkirin hêzdartir bibin, em dua dikin. Xwedê Teala bi wan re be. Em bawer dikin, DAIŞ'a jiv ir çû wê careke din neyê. Çimkî yên ji bo me rizgar bikin, canê xwe dixin talûkê wê destûra vê nedin." 'ME BÊHN WERGIRT' Sêvê Ehmed jî anî ziman ku, ew salek ji neçarî di bin zilma DAIŞ'ê de bûne û got, kêliyekê be jî êdî ruyê wan dikene, gundên wan û qadên wan î jiyanê yeko yeko ji dest wan talankeran tên derxistin. Ehmed wiha axivî:"Em spasiyên xwe ji xwişk û birayên xwe yî kurd dikin ku bi hawariya me de hatin. Azad bûna me, bû sedema bêhnwergirtinç Niha jî me diezimînin. Em diçin cihên ewle." 'ROJÊN TARÎ QEDIYAN' Dayika 4 zarokan Hûriye Mistefa anî ziman ku, DAIŞ'ê hin ferdên malbata wan qetilkiriye û got, ew sibehan bi dengê bombeyan hişyar dibûn. Mistefa dest nîşan kir ku, topên hewanê û bombe diteqiyan û wiha axivî:"Piştî pevçûnên li gundan, QSD hat em rizgar kirin. Hevjîn û zarokên min beriya min ji gund derketin. Bi tena serê xwe ez amûran werdigirim û derbasî cihên ewle dibim. Dema gundên me bi temamî bên paqijkirin, em hemû bi hev re vegerin malên xwe. Êdî ew rojên tarî qediyan."