Ji her bajarên Bakurê Sûriyeyê şervan li Reqayê têdikoşin 2017-08-18 11:22:25 REQA - "Cenga Mezin" ya di pêşengiya QSD'ê de dewam dike û tê xwestin ku bajarê Reqayê ji DAIŞ'ê bê paqijkirin, ji hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê şervan tev li operasyonê bûne û li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo Reqayê ji DAIŞ'ê rizgar bike, bi pêngava "Cenga Mezin" li dijî Reqayê operasyonek da destpêkirin û 74 roj e ev şer dewam dike. Şervanên QSD'ê li eniya Başûr a bajêr herêm xistin bin kontrola xwe, li eniyên Bakur, Rojhilat û Rojava pêşketin dewam dike. Hat diyarkirin ku taxên Mansûra û Reşîd ên dikevin eniyên Rojhilat, kêm maye şervan kontrolê bi dest bixin, bi azadkirina van taxan re, dê hejmara taxên ku hatine rizgarkirin derkeve 16'an. 17 hêzên Sûriyeyê di nav QSD'ê de cih digirin, ji hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê gelên ku êşên DAIŞ'ê kişandine, tev li QSD'ê dibin. SERÊKANIYÊ DAIŞ'ê cara ewil êrîşê bajarê Serêkaniyê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Federal a Cizîrê kiribû. DAIŞ'ê bi El Nusrayê re di 8'ê Mijdara 2012'an de êrîşê bajêr kiribû, lê tişta ku xwest bi dest nexist, li ser vê du caran dîsa êrîşê bajar kir. Di van êrîşan de jî tu tişt bi dest nexist, li tevahiya Sûriyeyê bi berxwedaneke mezin re rû bi rû mabû. Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê li tevahiya herêmê deng veda bû û roj bi roj bû sedema têkçûna DAIŞ'ê. Di operasyona îro de bi sedan şervanên ji Serêkaniyê di "Cenga Mezin" a Reqayê de cih digirin û li dijî DAIŞ'ê şer dikin. KOBANÊ Di 14'ê Îlona 2014'an de DAIŞ'ê bi hemû çekên giran êrîşê Kobanê kiribû. DAIŞ'ê li qada Rojhilata Navîn cara ewil êrîşeke ew qas mezin li dijî Kobanê dabû destpêkirin û li berxwedaneke bêhempa re rû bi rû mabû. Di heman demê de Kobanê bûbû destpêka têkçûna DAIŞ'ê jî. Berxwedana YPG/YPJ'ê ku li Serêkaniyê derket pêş, bi Kobanê re mezin bû û eniyeke serkeftinê li dijî DAIŞ'ê ava kir. ŞEDADÊ Navçeya girêdayê Hesekê ye, di 14'ê Sibata 2013'an de ket destê El Nusrayê, di 7'ê Sibata 2014'an de teslîmê DAIŞ'ê kirin. Bajarê Şedadê bi dewlemendiya xwe ya bin erdî tê zanîn, DAIŞ'ê bi salan petrola ji vir derxist, bi dizî firot Tirkiyeyê. Şedadê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye û girêdana wê bi bajarên wekî Misûl û Dêra Zor re heye. Hêzên QSD'ê di 16'ê Sibata 2016'an de bi hemleya "Xezeba Xabûr" operasyonek dan destpêkirin, heta 19'ê Sibatê qasî 50 gund azad kirin. Piştî azadkirina bajêr, îro bi sedan ciwanên Şedadê di operasyona Reqayê de cih digirin û îro li Reqayê taxa Reşîd diparêzin. GIRÊ SPÎ DAIŞ di qada Sûriyeyê de ji Reqayê re ketibûyê, di demeke kin de gelek herêm xistibû bin dagirkeriya xwe. Ji wan bajaran yek jî Girê Spî ya li hemberî navçeya Akçakaleya rihayê bû. Bajar yek jî navendên herî mezin ên DAIŞ'ê bû. DAIŞ'ê ev herêm wekî xeteke navneteweyî jî bi kar tanî, di 6'ê Gulana 2016'an de "Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo" li Serêkaniyê hat destpêkirin, di roja 45'an de Girê Spî jî ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Bi dehan ciwanên Girê Spî îro li eniya Rojava ya Reqayê hesabê zilma ku DAIŞ'ê li wan kiriye dipirsin. EYN ÎSA Hêzên QSD'ê bi "Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo" ji eniya Başûrê Girê Spî û Silûkê re bi pêş de çibû û di roja 48'an de serkeftineke mezin bi dest xistibû û bajar azad kiribû. Hêzên QSD'ê xeteke mezin a DAIŞ'ê qut kiribûn û derbek mezin li zilma DAIŞ'ê dabûn. Bi azadkirina bajêr re bi sedan ciwanên Eyn Îsa tev li QSD'ê bûbûn. Şervanên Kobanê û Girê Spî bi ciwanên Eyn Îsa re mil dane hev û li eniya Rojava bêhna DAIŞ'ê diçikînin. QAMIŞLO Kantona Qamişloyê ya girêdayî Herêma Federal a Cizîrê jî ji hovîtiya DAIŞ'ê para xwe girtibû. Di şerê ku bi salan e li Sûriyeyê dewam dike de, DAIŞ'ê gelek caran êrîşê Qamişloyê kiribû û tu tişt bi dest nexistibû. Di 27'ê Tîrmeha 2016'an de DAIŞ'ê li nêzî Mizgefta Qamişloyê û li Taxa Xerbî kamyoneke bombe barkirî teqandibû û komkujiyeke mezin pêk anîbû. Di komkujiyê de 52 kesan jiyana xwe ji dest da û 170 kes jî birîndar bûn. Ciwanên Qamişloyê îro li eniya Rojhilat û Rojava li dijî DAIŞ'ê Cenga Mezin dimeşînin. DÊRİK, GIRKÊ LEGÊ, DÊRBESIYÊ Û AMUDÊ… DAIŞ'ê li ser Çilaxa ya girêdayî Girkê Legê re êrîşê gelek bajarên Rojava kiribû. Ne tenê bajarên di binê êrîşê de, ji bo zilma DAIŞ'ê li bajarên wan bi dawî bibe, bi sedan ciwanên ereb û kurd ên Dêrik, Dêrbesiyê û Amûdê li dijî faşîzma DAIŞ'ê têdikoşin. HASEKÊ Kantona Hesekê jî yek jî bajarê herî girîng ê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye, di serî de YPG, hêzên rejîmê û DAIŞ tê de bûn. DAIŞ ji bo operasyonên QSD'ê yên herêmên din asteng bike, di navbera 2015-2016'an de gelek caran êrîş pêk anî, lê bi tu awayî bi ser neket. Hêzên QSD'ê di operasyona Minbicê de pêngaveke mezin a paqijkirinê dan destpêkirin, bi tevahî Hesekê ji DAIŞ'ê hat paqijkirin. Şervanên Hesekê yên di gelek pêngavan de cih girtin, îro paytexta DAIŞ'ê zeft dikin. Şervanên Hesekê yên di qadeke stratejîk de bi pêş ve diçûn, bi eniya Başûr re xwe gihandin hev û di operasyona Reqayê de serkeftineke mezin bi dest xistin. MINBIC Şervanên Hesekê yên di taxa Nazlit Şahedê re bi pêş ve diçûn, baskê operasyonê yê din de jî ciwanên Minbicê cih digirtin û ev herêm gihandin hev. Minbic 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de mabû û ev navenda herî mezin a leşkerî bû. Di heman demê de rêya derbasbûnê ya qada navneteweyî bû jî. Şervanên QSD'ê di 1'ê Hezîrana 2016'an de operasyona azadkirinê da destpêkirin. Di şerê 73 rojan de Minbic hat azadkirin, bi sedan ciwanên ereb, tirkmen û kurd tev li QSD'ê bûn. Niha jî bi sedan jin û xortên ciwan ên Minbicê di eniyên Rojhilat û Başûr ê bajêr de xizmên xwe yên ku dîl hatine girtin azad dikin û keleha zilmê ya DAIŞ'ê dirûxînin. TABQA Bajarê Tebqayê 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de mabû û wekî "Medîneya" DAIŞ'ê dihat pênasekirin. Li Tebqayê jin dihatin recimkirin û bûbû bajarê înfazê. Hêzên QSD'ê ji 21'ê Adara 2017'an heta 12'ê Gulanê, şerekî mezin meşand û di 50 rojî de bajar ji DAIŞ'ê paqij kir. Ji ber zilma DAIŞ'ê bi hezaran welatiyên kurd, ereb, çerkes, şîî, êzidî û xiristiyan ji bajêr sirgûn bûbûn, bi azadkirina bajêr re gel dîsa vegeriya warê xwe. Şervanên Tebqayê îro di eniyên Rojava û Bakur de ji bo hişmendiya DAIŞ'ê ya qirêj tune bikin, di çeperên şer de têkoşînê didin. Nazim Daştan - dîhaber