Suryaniyên mêrdînî, çûyîna Ewropayê nîqaş dikin 2017-08-19 09:08:42 MÊRDÎN - Piştî ku avahî û îbadetxaneyên suryaniyan ji aliyê walîtiyê ve tescîlî xezîneyê hatin kirin fikareyên suryaniyên Mêrdînê zêde bûn û ditirsin ku dubare bi êş û azarên wek ên berê re rû bi rû bimînin. Suryanî ji bo vegerên Ewropayê veneguherin vegerên mayînde dixwazin nêvenga aştiyê bê peydakirin. Suryaniyên ku li hin gundên navçeyên Midyad û Nisêbînî yên Mêrdînê rûdinên, ji ber fikareyên demên dawî çûyîna ji bo Ewropayê nîqaş dikin. Di pêvajoya çareseriyê de li ser hin bangawaziyan suryaniyên ku di salên 1980'yî de koçî Ewropayê kiribûn dubare vegeriyabûn xaka xwe. Hejmara suryaniyên wê demê vegeriyan di navbera 2500-3000'î de bû. BIRYARA WALÎTIYÊ FIKAREYÊN WAN ZÊDE KIRIN Piştî ku hikûmeta AKP'ê dawî li pêvajoyê anî û gelek qadên ku suryanî vedigerin wan hatin qedexekirin, di demên dawî de vegera ser xaka xwe jî rawestiya. Her wiha gelek suryaniyên ku bi awayekî demsaliyî dihatin û bandoreke erênî li aboriya bajêr dikirin jî êdî nayên. Bi taybetî jî piştî ku Walîtiya Mêrdînê gelek dêr, keşîşxane û goristanên wan dewrî Serokatiya Karên Diyanetê kir û paşê ev biryar betal kir û dewrî xezîneyê kir, şik û gumanên suryaniyan zêdetir bûn. Li gor agahiyên ku suryaniyên li bajêr dan, fikareyên wan ên di warê "nediyariya nêvenga siyasî û aborî", "talûkeyên di warê jiyanê de", "dubarekirina komkujiyên wek ên berê" û "nêzîkatiya dewletê ya li hemberî bawerî û çandên cuda" zêde dibin. Suryaniyan diyar kir ku ji ber van fikareyan ev du salên dawî gelek suryanî dem bi dem diçin cem xizmên xwe yên Ewropayê. Suryaniyan dest nîşan kir ku heke ev fikare ji holê neyên rakirin dê çûyîn zêdetir bibin û dê çûyînên demborî veguherin çûyînên mayînde. Hat diyarkirin ku gelek suryaniyên ku zarokên xwe şandine welatên Ewropayê, ji bo duwelatîbûyînê serlêdan jî kirine. Suryaniyên ku naxwazin xaka xwe biterikînin, anîn ziman ku ji bo dubare çûyîn çênebin divê ji bo aştiyê gav bên avêtin û nêvengeke ku çand û baweriyên cuda karibin lê bijîn bê peydakirin.