Aqûbeta zarokê Êzidî ji serokwezîr pirsî 2017-08-19 14:31:49 ENQERE – HDP’ê aqûbeta Lazim Ajo yê 6 salî ku ji malbata wî ya Êzidî girtin û 54 rojin di saziya vehewandinê de tê girtin û hêj teslîmî malbatê nekirine ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî. Parlamenterê HDP’a Mêrdînê Alî Atalan, rewşa zarokê êzîdî Lazim Ajo yê 6 salî ku ji malbata wî ya ji DAIŞ'ê reviya girtin û li Saziya Vehewandina Zarok û Karên Civakî ya Şirnexê de tê girtin, bir rojava Meclisê. 'DERFET TUNE YE' Atalan ku pirsnameya nivîskî da Serokê Meclisê, têkildarî bûyerê ev agahî dan: “Ajo dema 3 salî bû, DAIŞ’ê bi malbat û sê xwişk û birayên xwe re direvin. Destpêkê dibin Telafer ê û dure dibin Raqqayê. Pişt re malbat bi derfetên xwe derbasî Tirkiyeyê, bû, piştî pêşketinên li Iraqê, xwest vegere mala xwe. Dema malbate di 18’ê Hezîrana 2017’an de xwest di deriyê Sînorê Xaburê yê Sîlopiyê re derbasî Iraqê bibe; leşker û polîsan Ajo ji malbatê girt û teslîmê Saziya Vehewandina Zarok û Karên Civakî ya Şirnexê kir. Bavê Alî Ajo Qasim Avdo, piştî cihê zaroka xwe fêr bû, ji bo zarokê xwe bigire, di 25’ê Hezîrana 2017’an de serlêdan kir. Lê rayedar jê testa DNA’yê xwest. Serdozgeriyê Komarê ya Şirnexê ji Serokê Koma Tipa Edlî ya Amedê re, ji bo lêpirsîna ku Dozgerê Komara Silopî ya di 5’ê Tirmeha 2017’an de ji bo lêpirsîna testa DNA’yê mînaka xwîn û mû bide nivîsand, lê saziya Tipa Edli ya Amedê diyar kir ku derfetên wan ên lêkolîna DNA’yê tuneye û dosya dîsan ji serdozgeriya Sillopiyê re şandiye.” ‘GELO XEBATEK WE HEYE’ Parlamenter Atalan, têkildarî mijarê ev pirs ji Serokwezîr Bînalî Yildirim kir. "Li gel ku Serokê Koma Tipa Edli ya Amedê ne xwedî derfetên lêkolîna testa DNA’yê bikin, çima Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dosyayê dişîne Amedê? Ger ku rewşa zarokê biçûk ê mexdûrê şer û travmaya jiyayî li ber çav bê girtin, sedema evqas dirêj ji malbatê bê girtin çiye? Li gorî şertên Tirkiyeyê kar û barên di nav sê rojan de bi encam dibin, çawa dibe ku 54 roj di ser re derbas bibe û bi encam ne be? Gelo di vê rewşê de, ji bo zarok û malbat mexdûr nebin, xebateke we ya lezgîn a têkildarê kar û barê demildest bi encam bibe heye? "