Rojnameger Tamalt ê girtî di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da 2016-12-13 10:27:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cezayîrê Rojnameger Mohamed Tamalt ê ku bi sûcdariya "zirar daye saziyên komarwê" û "Serokomar abdulazîz Buteflîka rihetsiz kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê girt û di encama greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da. Li Cezayîrê Rojnameger Mohamed Tamalt ê ku bi sûcdariya "zirar daye saziyên komarwê" û "Serokomar abdulazîz Buteflîka rihetsiz kiriye" 2 sal cezayê girtîgehê girt û di encama greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da. Tamalt ê ku ji bo ketina girtîgehê û cezayê girtiye şermezar bike dest bi greva birçîbûnê kir, parêzerê wî Amîne Sîdhoum diyar kir ku Tamalt ketiye komayê û roja Yekşemê ya hefeteya bihûrî jiyana xwe ji dest daye. Tamalt di meha Hezîranê de hat girtin û ji ber dest bi greva birçîbûnê kirine di meha Tebaxê de rakiribûn nexweşxaneyê.