Gulsum Elvan a polîsan mile wê şikand gilî kir 2017-08-22 11:42:49 STENBOL - Gulsum Elvan a polîsan destê wê şikand û keça wê Ozge Elvan ên di çalakiya piştgiriya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça de polîsan îşkence li wan kir, der barê polîsan de gilî kir û xwest polîs bên cezakirin. Gulsul Elvan a di 11'ê tebaxê de piştgirî da çalakiya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 167 rojin di greva birçîbûnê dene, rastî êrîşa polisan hatibû. Polisan destê dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan û keça wê Ozge Elvan li pişt kelepçe kirin û îşkence kiribûn. Di bin çavan de destê Gulsum Elvan şikestibû. Gulsum Elvan û Ozge Elvan ji ber rastî îşkenceyê hat û destê wan li pişt wê hat kelepçekirin û destê wê şikand Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê giliyê polîsan kir. Gulsum Elvan û parêzerê wê Can Atalay beriya gilî bike li ber dadgehê daxuyanî dan. Li ser navê Piştevaniya Taksimê Mücella Yapici û Rojnameger Elif Ilgaz jî tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hevser Sami Elvan, bertek nîşanî bêdengiya derdorê û îşkenceya polîsan da û wiha got: "Ji bilî me kes dostê me tune ye. Em dibînin ku dadê dewletê ji ser me qut nabe. Malbata Berkin Elvan çiqas hedef bê nîşandan jî dê ji tu tiştî netirsin. Navnîşan û malbata me diyar e. Top û çekên me tune ne. Tenê dilê me û kezeba me heye. Ji bo me Nuriye û Semih pir biqîmet in. Heta ku hemû akademisyen li karên xwe vegerin em dê çalakiya xwe berdewam bikin. Gulsum Elvan jî anî ziman ku ne tenê milê wê piyê wî jî bişkê dê dest ji lêgerina edaletê û mafê xwe bernedin û heta dawî li mafê xwe bigerin. Cejn tê, zarokê me ji destê me girtin. Kurê min 269 rojan di komayê de di ber xwe da. Niha Nuriye û Semih li hundi di ber xwe didin. Di navbera Berkin Nuriye û Semih re tu ferq tune ye. Ez ji bo canekî din neçe di ber xwe didim. Lê hikûmet kuştina mirovan berdewam dike." Malbatê piştî daxuyaniyê li Edliyê serledana sûc kirin.