Hevşaredarê Dêrgûlê Demîr hat girtin 2016-12-13 17:32:29 ŞIRNEX - Hevşaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr ê ku li ser îtîraza dozgeriyê careke din hatibû binçavkirin, îro hat girtin. Li bajaroka Dêrgul a Şirnexê leşkeran duh cara duyemîn bi ser mala Hevşaredar Mehmet Demîr de girt û ew binçav kirin. Demîr îro derket pêşberî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Şirnexê û bi hinceta "Endamê rêxistinê" hat girtin. Hat zanîn ku, Demîr şandine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.