Wezareta Karên Hundurîn: Li 28 bajaran 568 kes hatin binçavkirin 2016-12-13 17:38:04 ENQERE - Wezareta Karên Hundurîn têkildarî operasyonên di navbera 12-13'ê kanûnê yên li dijî HDP û DBP'ê ragihand ku, li 28 bajaran 568 kes hatine binçavkirin. Wezareta Karên Hundurîn, piştî êrîşa li Beşîktaşê, hûrguliyên operasyonên li tevahiya Tirkiyeyê yên li dijî HDP û DBP'ê daxuyandin. Li gor daxuyaniyên wezaretê di navbera 12-13'ê kanûnê de, li 28 bajaran 568 es hatine binçavkirin. Di binçavkirinan de "Endamtiya rêxistinê", "Faaliyeta li ser navê rêxistinê" û parvekirinên di hesabên civaka medyayî de hatin nîşandan. Li gor daxuyaniya wezaretê li van bajaran operasyonên binçavkirinê pêk hatine: Edene: 29 Enqere: 17 Antalya: 14 Erdexan: 1 Balikesîr: 8 Êlih: 2 Çewlîg: 1 Bedlîs: 23 Dersim: 8 Amed: 19 Xarpêt: 7 Erzîngan: 4 Eskîşehîr: 3 Dîlok: 43 Colemêrg: 8 Îdir: 1 Stenbol: 37 îzmîr: 11 Qers: 3 Qeyserî: 7 Manîsa: 4 Mêrdîn: 4 Mêrsîn: 93 Sêrt: 8 Riha: 194 Şirnex: 9 Tekiîrdag: 4 Dersim: 8 Wan: 6