Kafeya komunê ya Qersê 2016-12-14 09:21:42 QERS - Li Qersê, kafeya ku aliyekî wê wek qada pirtûkxwendinê tê bi kar anîn û bi awayekî komunî tê birêvebirin, dahata jê tê ji bo bicihanîna pêdiviyên xwendekarên ku rewşa wan î aborî nebaş e tê bikaranîn. Li Qersê, kafeya ku ji aliyê esnafekî û xwendekarên zanîngehê bi awayekî hevpar tê xebitandin, li dijî sazûmaniya kapîtalê li ber xwe dide. Ji avakarên kafeyê Mahîr Bagiş got, ew li dijî jiyana kapîtalîst ya tê ferzkirin dixwazin cihêtiyekê bidin der. Kafeya ku bi awayekî komunî tê bikaranîn, beşek wê wek qada pirtûkxwendinê tê bikaranîn û li beşekî wê jî berên ku xwendekar bi destên xwe hildiberînin tên pêşandan. Dahata ji kafeyê bi dest dikeve, qismek jê ji bo pêdiviyên kafeyê tê bikaranîn, qismek jê jî ji bo bicihanîna pêdiviyên xwendekarên rewşa wan î aborî nebaş e tê bikaranîn. LI GOR DAXWAZA XWENDEKARAN Bagiş got, wî bi salan li Stenbol û Enqereyê bazarvanî kiriye û anî ziman ku, dema ew hay ji kedxwariyê çêdibe, vedigere bajarê xwe. Bagiş diyar kir ku, li ser daxwaza xwendekaran wan kafe vekiriye û wiha got:"Dema min dît li bajar jiyaneke yoz heye, pêdiviya vekirina kafeyeke wise li min peyda bû. Piştî demeke kurt kafe bala xwendekaran kêşa. Ji bo em li hemberî vê rewşê guhnedêriyê nekin, me tevî wan kafeyê bi awyaekî komunî da xebitandin." Bagiş anî ziman ku, her kes serwîsa xwe bi xwe dike û deriyê kafeyê ji bo her kesî vekiriye û wiha axifî:"Li vê kafeyê têkiliya karker û kardêr tune ye. Mirov xwe bi xwe serwîsa xwe dikin. Bi taybetî jî em ji hevalên xwe yî xwendekar daxwaza pera nakin. Ji bo hemûyan deriyê me vekiriye." BERÊN XWENDEKARAN TÊN PÊŞANDAN Bagiş diyar kir ku, li kafeya komunê piştî demekê berên xwendekaran ên bi xwe hildiberînin hatin pêşandan û wiha got:"Li vê kafeyê berên keda destan tên pêşandan. Piraniya van beran ji aliyê xwendekaran ve tên hilberandin. Di nav van beran de; xişr û neşir, tablo, kilîdank, stûmal, kumik û hwd. hene. Bi dahata bi dest dikeve, ji bo bicihanîna pêdiviyên xwendekaran tê bikaranîn." 'NEBIN KOLEYÊN MODERN' Bagiş anî ziman ku, li kafeyê înternet û karta krediyê nayê bikaranîn û ji ber vê yên cara ewil tên kafeyê diheyirin û wiha domand:"Bi vî awayî em dixwazin cihêtiyê li mirovan peyda bikin. Heke em bifirkirin koletî di sedsala 19'emîn de rabûbe, lê niha di serdema me de jî didome. Tenê rêbaza wê guherî. Mirov berê bi darzê zorê û egfan dihatin kolekirin. Mebesta me jî ew e ku, em li dijî koletiya modern rawestin. Mirovên ji bo sohbetên tên kafeyan bêyî silavê bidin hevdu pêşî li şîfreya wîfiyê dipirsin. Ji ber înternetê her diçe mirov asosyal dibin. Ji ber li vê kafeyê înternet tune ye, sohbetê dikin. Pirtûkên li vir dixwînin."