Alîcan Onlü anîn Amedê 2016-12-15 11:22:54 AMED- Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ku piştî der barê wî de biryara bi zorê bînin dadgehê hat dayîn û duh li Enqereyê hat binçavkirin, anîn Amedê. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 13’ê Kanûnê de di çarçoveya "Doza Sereke ya KCK’ê” de der barê 8 parlamenterên HDP’ê de biryara bi zorê bînin dadgehê da. Piştî biryara dadgehê parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu, li Enqereyê hat binçavkirin û ew anîn Amedê. Onlu anîn Amedê û niha li Midûriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tê girtin.