Rojnameger Kirkaya 4 rojin di bin çavan de li benda dozger e 2016-12-15 11:41:46 ENQERE - Rojnameger Kenan Kirkaya ku di 12'ê kanûnê de li Enqereyê di mala xwe de hat binçavkirin, li gel ku 4 rojin di bin çavan de ye jî dozger tune. Parêzerê Kirkaya Hasan Erdogan bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev rewşek li dijî hiqûqê ye Rojnameger Kenan Kirkaya di 12'ê Kanûnê roja duşemê de li mala xwe hat binçavkirin. Lê 4 roj derbas bû hêj dernexistin dozgeriyê. Roja ku Rojnameger Kirkaya hat binçavkirin wê rojê li Enqereyê 16 siyasetmedarên kurd ji hatin binçavkirin û ji 3 dosyayên cuda tên darizandin. Hat zanîn ku der barê 2 dozyayan de dozgerê lêpirsînê bimeşîne amade bû, lê der barê dosyaya 3'emîn ku Kenan Kirkaya jî di navde dozger hêj nehatiye dîtin. Ji ber ku hêj dozger nehatiye tayînkirin Rojnameger Kenan Kirkaya 4 rojin di bin çavan de tê girtin. Parêzerê Kirkaya Prz. Hasan Erdogan, bertek nîşani binçavkirnê da û diyar kir ku binçavkirina Kirkaya li dijî heqûqê ye. Erdogan, anî ziman ku binçavkirin û lêpirsîn heye, lê dozgerê ku lêpirsînê bişopîne tune û wiha got: "Biryarek heye an tune ye em nizanin. Em naveroka dosyayê nizanin. Em li dozger digerin, lê dozger tune.