Der barê berxwedêrên Terolarê de 140 sal daxwaza cezayê girtîgehê! 2016-11-16 09:17:24 HATAY – Li Terolarê 28 kesên li dijî avakirina kampa penaberan dema xwestin bertek nîşan bidin, rastî mudaxileya polîs û cendirmeyan hatibûn. Di îddianameya der barê van kesan hat amadekirin de, ji bo her kesekî ji sal û 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê û cezayê pereyî hat xwestin. Li Taxa Terolarê ya girêdayî navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê kampa penaberan a ku ji bo penaberên sûriyeyî plana çêkirina wê dihat kirin, rastî bertekên gel hatibû. Gelê elewî bi mebesta ew ê bi komkujiyê re rû bi rû bimînin, li dijî avakirina kampê derketin. Li ser vê, li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê elewî ji bo xebatên kampê rawestin, li herêmê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Di 3’yê nîsanê de bi hezaran elewî hatin gel hev û xwestin li dijî avakirina kampê bimeşin. Li ser vê, girse rastî êrîşa polîs û cendirmeyan hat. Di dema mudaxileyê de ji ber gaza îsotan hat tespîtkirin ku, Serpel Alî Erol birîndar bûye û Serdozgerê Komarê Salîm Demîrcî têkildarî mijarê lêpirsîn da destpêkirin. Di dosyeya ku 3 gazîndker tê de cih digirin de, der barê 28 kesan de bi tawanbariya “Heqaret û astengiya bicihanîna peywirê” îddianame hat amadekirin. Di îddianameyê de der barê her ferdekî de, ji sal û 6 mehan heta 5 sala cezayê hepsê û cezayê pereyî tê daxwazkirin.