Rêxistin rexne kir, lê bi tawanbariya propagandaya wê hat girtin! 2016-11-16 09:18:04 EDENE – Li Edeneyê welatiyê 70 salî yê bi navê Hasan Kirmizigul, di hesabên xwe yî medyaya civakî de parvekirinên ku PKK’ê rexne dikin kiri û ev parvekirinên wî wek “propagandaya PKK’ê kiriye” hat nirxandin û ji ber vê hat girtin. Li Edeneyê, welatiyê 70 salî yê bi navê Hasan Kirmizigul ê ku di 10’ê mijdarê de hat binçavkirin, ji ber parvekirinên xwe yî ku PKK’ê rexne dikirin hat girtin. Parvekirinên Kirmizigul ên li dijî PKK’ê wel “propaganda PKK’ê kiriye” hatin nirxandin. Têkildarî girtina Kirmizigul de, parêzerê wî Tûgay Bek agahî dan û ragihand ku, muwekîlê wî tevî 13 kesî hatiye binçavkirin û bi hinceta parvekirinên wî yê civaka medyayî hatiye girtin. Bek got, parvekirinên muwekîlê wî zelal in û parvekirinên wî rêxistinê rexne dikin. ‘ÎXBARA BÊBINÎ ESAS HAT GIRTIN’ Bek wiha axivî: “Bi awyaekî eşekere rexneyek li holê ye. Me bi awayekî ebrfireh rave kri ku, di rewşeke wisa de propagandaya rêxistinê ne pêkan e.” Bek dest nîşan kir ku, muwekîlê wî yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin nexweşê pençeşêra prostatê ye û bi vî awayî nikare jiyana xwe bidomîne. Bek diyar kir ku, wan der barê muwekîlê xwe de îtiraz kiriye, lê îtiraza wan hatiye redkirin. Bek anî ziman ku, muwekîlê wî li ser îxbarê hatiye binçavkirin û got, ew difikriin ku îxbarên bi vî rengî yên li ser civaka medyayî ji aliyê “ak trollan” hatiye kirin û bi bîr xist ku, ji ber îtibara îxbarên bi vî rengî tê kirin, gelek welatî hatine girtin.