CAR: Çavkaniya çekên DAIŞ’ê ji Tirkiye ye 2016-12-15 16:39:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya çavdêriyê ya bi navê Conflict Armament Research (CAR) ku navenda wê li Îngîlîstanê ye, rapora têkildarî çavkaniyên çekên DAİŞ’ê parve kir. Li gorî raporê çavkaniyên çekên DAIŞ’ê Tirkiye, Letonya, Fransa û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî ne. Saziya çavdêriyê ya bi navê Conflict Armament Research (CAR) ku navenda wê li Îngîlîstanê ye, têkildarî çavkaniyên çekên DAİŞ’ê rapor amade kir û parve kir. Li gorî nûçeya BBC’ê hat zanîn ku meha borî, CAR’ê li herêma operasyona Mûsilê lêkolîn kirine û raporê çavkaniyên çekên DAIŞ’ê amade kirine. Li gori raporê çavkaniya çekên DAIŞ’ê herî zêde welatên Tirkiye, Letonya, Fransa û Emîriyên Ereb ên Yekbûyî ne. Li gorî raporê DAIŞ' herî zêde çekan ji Tirkiye digire û tora rêxistinbûna çekan li vir ava kiriye. Di raporê de hat zanîn ku piraniya çekên ku DAIŞ’ê xistibû Mûsilê ji bazara Tirkiye kirine. Rêveberê koma ku li ser çekên DAİŞ’ê li herêma Mûsilê lêkolîn dike James Bevan, di meha mijdarê de daxuyanî dabû BBC’ê û diyar kiribû ku DAIŞ herî zêde çekan ji Tirkiye distîne. Bevan, bal kişand ser tora bazirganên çekan û wiha got: “Me di lêkolîne de nêzî 3 hezar û 5 hezar çuwalên maddeyên kîmyewî dît. Nêviyê buhoyê stoka fabrîpeyekê ye. RUSYA LI NY’Ê GILÎ KIRIBÛ Rusya di meha nîsana borî de li Konseya Ewlehiya Neteweya Yekbûyî gilî kiribû û diyar kiribû ku Tirkiye çekan dide DAIŞ’ê.,