Piştî êrîşa çekdarî, ji HDP'ê daxuyanî 2016-12-15 23:13:51 ENQERE - Li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşa avahî hedef hat girtin de, êrîşkarê çar caran gule berdan, hat binçavkirin. Têkildarî êrîşê, HDP'ê daxuyanî da. Li dijî Navenda Giştî ya HDP'Ê êrîşeke çekdarî pêk hat. Avahiya ku li Kuçeya Buklumê ye, êrîşkar çar caran berda avahiyê. Di êrîşê de tu kes birîndra nebûn û hat ragihandin ku, kesek hatiye binçavkirin. Hat zanîn ku, êrîşkara bi tivingê êrîş kiriye û di êrîşê de camên avahiyê şikiyane. Piştî êrîşa çekdarî, li herêmê ekîpên cihê lêkolînê qewanên vala kom dikin. YÊ BANGA SEFERBERIYA EZMÎKARÎ KIR RAYEDAR IN Piştî êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê, di daxuyaniya ji aliyê partiyê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku, yê banga seferberiya ezmîkirinê kirin rayedar in. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî êrîşa li dijî avahiya Navenda Giştî daxuyanî da. Di daxuyaniya di hesabê twîtterê yê fermî hat kirin de wiha hat gotin: “Ezmîkariya êrîşên li dijî avahiyên me yî navçe-bajaran, navenda me yî giştî, rayedarên ku, sonda tolhilgirtinê xwarine û banga seferberiyê kirine bi xwe ne."